Destpêşxeriyek hestiyar; şansê dawiyê yê aştiyê di nêvbera Enqerê û PKKê de

Pevajo-net

Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) aşkere kir ku wan destpêşxeriyeke nû destpêkiriye bi armanca livandin û bilezkirina pêvajoya aştiyê ya astengbûyî di nêvbera Enqerê û PKKê de. Ev destpêşxerî armanc dike ku pêvajoyê di mehek û nîvan de bigehîne qonaxeke yeklaker.

Pêvajoya aştiyê ya ku di bingeh de di çiriya yekê ya sala 2024an de destpêkirbû, lê niha gehiştiye qonaxeke asê û bi sedema derneketina rêsayên yasayî astengbûye. AKPe dibêje ku çekdanîna bi temamî û rastîn mercê avêtina gavên qanûnî ye, PKKe jî li alyê xwe dibêje ku Tirkiyeyê pêvajoya cemidandiye.

DEM Partî, ku wisa xuya dike rola navbeynkar di nêvbera Enqere û Ocalan de dilîze, ragehand ku ew mijûlî amadekirina reşnivîsa yasayekê ne ji bo parlamantoya Tirkiyeyê ji bo ku ev pêvajoya ku ji meha Sibata îsal 2026an ve astengbûyî, were livandin û bilezkirin.

Pêvajo di mehek û nîvan de dê bigihîje qonaxeke yeklaker

Di vê derbarê de, Hevseroka DEM Partiyê “Perwîn Buldan” di daxuyaniyeke rojnamevanî de di dema bêhnvedana cejnê de diyar kir ku projeyasayeke nû ku ji 7 ta 8 maddeyan pêk tê, dê bikeve di bernameyê karê parlamantoyê de.

Wê got: “Ev endamên PKKê yên di demekê diyarkirî de çekê xwe dadnin, dê ji vê yasayê mifadar bin. Yasa dê mafê azadiya tam bide wan ku vegerin nav civaka xwe li Tirkiyeyê, yan biçin her dereke dinyayê ku ew jê hez dikin.”

Buldanê amaje bi hevdîtina dawîn ya bi Ocalan re kir û got ku Ocalan dupatî li ser berdewambûna pêvajoya aştiyê û derbazkirina hemî astengiyan kiriye.

DEM Partî ji bo ku vê destpêşxeriya bi encam bigihîne, keftiye di nav lêger û hewlan de daku di dema mehek û nîvan de vê projeyasayê li parlamantoyê derbaz bike; ji ber ku eve ew demê kêm e yê ku di destê parlamantoyê de maye berî ku bikeve di bêhnvedana werzî ya havinê de, ku zêdetirî du mehan e.

Li gorî gotina Perwîn Buldanê, gîrokirina pêvajoyê nerazîbûna tund a PKKê li pey xwe tîne, ev çend jî dibe xeterî li ser hilweşandina pêvajoyê bi giştî.

Ev axaftinên Buldanê, navendên siyasî yên Tirkiyeyê xistine di haletê çaverêbûnê de, da ku bizanbin helwestê hevpeymaniya destehilatdar (AKP û MHPê) dê çi be.

Mercên Enqerê û PKKê

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya destehelatdar û hevpeymanê wê yê neteweperst (MHP) li dijî gotubêjkirina vê reşnivîsê nînin, belê taqîkirina rastîn di hefteya pêş me de destpêdike. Tê çaverêkirin serokê MHPê “Dewlet Bahçelî” piştevaniyê li destpêkirina nîqaşên yasayî bike, lê mercê AKPê dupatkirina li ser piştrastbûna tam ji danana çekan e.

Hikûmeta Tirkiyeyê merc hene ku wezaretên berevanî û navxwe, di gel dezgehê îstihbaratê (MÎTê), raporeke fermî pêşkêş bikin ku tê de were piştrastkirin ku PKKê û rêxistinên wê li herêmê bi temamî dest ji çekî berdane û çi xeteriyeke emnî nemaye.

Li beramber da, rêberên PKKê (ku bingehên wan li deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê ne li nêzî sêgoşe ya sînorî ya Îraq-Tirkiya-Îran) dibêjin ku danana çarçoveyeke yasayî berî her tiştekî, misogerî û garantî ye ji bo wan kesên çekî dadnin, da ku dahatî û çarenivîsê wan were parastin.