Projeqanûna nû ya Enqereyê ya ji bo “Tirkiyeya Bê Teror” û çekdanîna PKKê eşkere bû

Hikûmeta Tirkiyeyê mijûlî amadekirina çarçoveyeke qanûnî ya nû ye ku ji 8 heta 9 madeyan pêk tê, daku qonaxeke nû di bin navê “Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror” de bide destpêkirin. Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên nêzîkî deshilatê, biryar e ev projeqanûn berî 15ê Tîrmeha 2026an û berî destpêkirina bêhnvedana havînê ya parlamentoyê, pêşkêşî Serokatiya Meclîsê (TBMM) were kirin.
Rojnameya Tirkiye ya nêzîkî hikûmetê belav kir ku ev projeqanûn dê rewşa qanûnî ya wan kesên ku çekan dadynin, rêk bixe. Di qanûnê de cudahiyeke rûnak di navbera wan çekdaran de tê kirin ên ku destê wan di tawanan de hebûye û wan kesên ku tenê endamên asayî yên rêxistinê bûne. Li gorî daxuyaniyê, fersendekê ku salekê dikişîne dê ji bo endamên PKKê were dan daku vegerin Tirkiyeyê û ji vê qanûnê sûdwerbigirin. Di qonaxa yekê de, tenê rê bi vegera wan kesan tê dan ên ku destê wan di tu tawanekê de nebûye.
Hikûmeta Tirkiyeyê di vê navberê de daxwazên DEM Partiyê yên ji bo rakirina rêgriyên li pêşiya karên siyasî bi tundî red kirine. Li gorî qanûna nû, ew kesên ku vedigerin dê ji bo dema 5 salan qedexeya karên siyasî li ser wan hebe û dê di bin çavdêriyeke tund a dadweriyê de bin. Di derbarê hejmaran de jî, amar amajeyê bi hebûna 8 heta 10 hezar çekdaran û nêzîkî 200 kadroyên bilind dikin. Tê pêşbînîkirin ku piranîya kadroyên bilind venegerin Tirkiyeyê û bijardeya çûna welatê sêyê hilbijêrin.
Heman çavkaniyê aşkere kir ku şandên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Îmralî û Qendîlê berî cejnê danûstandinên rûbirû kirine û PKKê nexşerêyek û xişteyeke demkî bo vê pêvajoyê pêşkêşî eniya Enkerayê kiriye. Niha hikûmet û AK Partî di qonaxa nirxandina dawiyê ya vê nexşerêyê de ne daku daxwaza dawî ji bo dengdanê bişînin parlamentoyê.
Ev pêngavên qanûnî û serbazî piştî zincîre biryarên dîrokî yên sala borî (2025) tên. Di 12ê Gulana 2025ê de, PKKê di encama kongreya xwe ya 12an de biryara hilweşandina peykerê rêxistinî û bidawîanîna xebata çekdarî dabû. Paşê di 9ê Tîrmeha 2025an de, peyameke vîdyoyî ya nû ya Abdullah Ocalan li ser pêvajoya çekdananê hatibû weşandin. Di qonaxa herî dawî de jî, gerîlayên PKKê li pêşiya şkefta Caseneyê ya li sînorê Sûrdaşê (parêzgeha Silêmaniyê) di merasîmeke sembolîk de çekên xwe şewitandin û dawî bi hebûna xwe ya serbazî anîn.