Hewlêr û Atîna têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî xurt dikin

Hewlêr û Atîna têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî xurt dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê Harry Theoharis kir. Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser berfirehkirina peywendiyên dualî yên di warên aborî, bazirganî û geştyariyê de lihevkirineke berfireh nîşan dan.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026an) Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê Harry Theoharis civiyan. Di hevdîtinê de giranî hate dan ser pêşxistina hevkariyên dualî û hate ragihandina ku her du welat xwazyarên geşepêdana têkiliyên aborî ne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: “Her du alî li ser giringiya xurtkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yewnanê di warên cuda cuda de hevnerîn bûn; bi taybetî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî di warên wekî pevguhartina bazirganî, geştyarî, çand, parastina şûnwar û kerta tenduristiyê hate kirin.”

Di pişka dawî ya civînê de, her du aliyan li ser guhartin û pêşhatên herî dawî yên li Îraqê û Rojhilata Navîn dîtin û nerînên xwe li hev guhertin. Di vê çarçoveyê de, Mesrûr Barzanî û Harry Theoharis bal kişandin ser pêwîstiya aramiyê û tekez li ser giringiya parastina ewlehî û tenahiya deverê kirin.