Ebû Omer Îdlibî: Sînordarkirina gelê kurd di nav partiyekê de nexwendewariya dîrokî ye

Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur Ebû Omer Îdlibî, rûpela dîrokî ya hevjiyana Kurd û Ereban vekir û bersiveke tund da wan derdorên ku nasnameya mîletekî temam di nav çarçoveyeke teng a siyasî de asê dikin. Îdlibî ragihand ku Kurd ne tenê partiyek an îdeolojiyek in, belkî gelekî resen, pirreng û xwedî dîrok in.
Fermandarê vê hêzê (ku di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk – HSD de tevdigere) îro li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî “X”ê daxuyaniyek belav kir. Îdlibî rexneyên tund li wan nêzîkatiyên “mêjîteng” girtin ku rastiya civakan di dirûşm, post an vîdeoyekê de kurt dikin û got: “Yên ku tenê projeyeke siyasî ya yekgirtî di nav Kurdan de dibînin, ne ji dîrokê fêm dikin û ne jî ji cewherê gelan tiştekî nizanin.”
Îdlibî bal kişand ser pirrengiya civaka Kurdî û mozaîka wan a civakî wiha rêz kir:
Pirrengiya Olî û Baweriyê: Di nav Kurdan de Misilmanên Sunî, Elewî, Êzidî, Şîe, Xiristiyan û Cihû hene.
Binyada Fikrî û Siyasî: Ji sofî û kevneparêzan bigire heta sekuler, neteweperwer, Îslamî û çepgiran; bi dehan tevgerên wan ên cuda hene ku tam wekî rewşa civaka Ereban e.
Birîna Kûr A Herêmê: Peymana Sykes-Picotê
Fermandarê HSDê di peyama xwe de bal kişand ser serdema beriya Peymana Sykes-Picotê û destnîşan kir ku berê tu sînor di navbera gelan de nebûn. Îdlibî diyar kir ku vê peymana “bêqidoş” beriya her kesî Ereb dabeş kirin û piştre sînor danîn da ku birayan, bajaran û bazaran ji hev qut bikin; tevî ku li Sûriyeyê bi dehan gundên Ereb û Kurdan bi dehan salan e nan, av, şahî û xemên xwe parve kirine.
Ebû Omer Îdlibî di dawiya nirxandina xwe de tekez kir ku naskirina dîrok û rûmeta gelan rastexwe bi yekbûna wan ve girêdayî ye û ji rûmeta kesî kêm nake. Wî daxuyaniya xwe bi pirseke krîtîk ku rûyê polîtîkaya herêmî nîşan dide bi dawî kir: “Tu li dijî Sykes-Picotê yî yan pê re yî?”