Wezareta Navxwe: Tekane çareserî ji bo Şingalê, cîbicîkirina tevahiya peymanê ye

Nawxo-net

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî, nîgeraniya xwe ya kûr li hember gav û lihevkirinên dawî yên hikûmeta federal a Iraqê yên derbarê Şingalê de nîşan da û ragihand, ferzkirina her şêwe rewşeke nexwestî li herêmê, binpêkirina peymanên fermî ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ew bi nîgeranî çavdêriya wan lihevkirinan dikin yên ku hikûmeta federal a Bexdayê bi awayekî yekalî û bêyî şêwira bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser rewşa Şingalê pêk tîne. Hat tekezkirin ku ev gav bi temamî li dijî “Peymana Şingalê” ne, ya ku di Cotmeha 2020an de bi serperiştiya Neteweyên Yekgirtî (NY) hatibû îmzekirin.

Wezareta Navxwe di daxuyaniya xwe de amaje bi fedakariya Hêzên Pêşmerge kir û got: “Şingal û Çiyayê Şingalê bi xwîna sor a 500 şehîd û 3 hezar birîndarên Pêşmergeyên qehreman hatine rizgarkirin; lewma pêwîst e rêz li vê qurbanîdan û têkoşînê bê girtin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ferzkirina rewşeke ewlehî û îdarî ya nexwestî ya li derveyî saziyên rewa, aloziyan zêdetir dike û proseya asayîkirina jiyanê têk dibe. Her wiha hat gotin: “Tekane rêçareseriya rast, cîbicîkirina tevahiya Peymana Şingalê ye. Çimkî ev peyman tekane garantiya avakirina îdareyeke rewa ji aliyê nûnerên rasteqîn ên herêmê ve ye, her wiha mîsogeriya destpêkirina jinûveavakirinê û dabînkirina asayîşê ye da ku bi sedhezaran xwişk û birayên me yên Êzidî bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.”

Wezareta Navxwe ya Herêmê bang li hikûmeta federal kir ku pabendî Peymana Şingalê û hemû wan lihevkirinên siyasî be yên ku di warên îdarî, ewlehî û avadankirinê de hatine îmzekirin.

Wezaretê di beşa dawî ya daxuyaniyê de bijardeyeke din jî xist rojevê û ragihand: “Eger pêkanîna van peymanan zehmet be, bila vegerin ser nêrîn û îradeya xelkê Şingalê, bi taybetî civaka Êzidî; kîjan alî û çi ji bo xwe baş bibînin bila bi xwe biryarê li ser bidin û divê hemû alî jî pabend û piştgirê hilbijartina wan bin. Ji ber ku aramiya herêm û xelkê wê, di ser hemû berjewendî û armancên din re ye.”