Erdogan stratejiya sedsala nû eşkere kir

Erdogan stratejiya sedsala nû eşkere kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di daxuyaniyên xwe yên dawî de ku îro Sêşemê (9’ê Hezîrana 2026’an) hatin belavkirin, bîrdoziya dewletê ya li dor rûdanên dawî nirxand. Erdogan diyar kir ku pêngavên di bin navê “pêvajoya aştiyê” de tên avêtin, parçeyek ji nexşerêyeke kûr û stratejîk a sedsala nû ya Tirkiyeyê ne û nabe ku ev hewldan tenê wekî polîtîkayeke asayî ya ewlehiyê werin dîtin.

Serokkomar Erdogan bal kişand ser serxwebûna siyasî ya Enqereyê û destnîşan kir ku şiyana welatê wî ya di biryardana serbixwe de, bingeha sereke ya hevkêşeyên nû yên navdewletî ye; ji herêma Kendavê bigire heta Bakurê Afrîkayê û Rojhilatê Deryaya Navîn. Erdogan ragihand ku ev qeweta plankirinê û wêrekiya siyasî, di heman demê de motora sereke ye di pêvajoya jinavbirina fakterên terorê de.

Erdogan di berdewamiya nirxandina xwe de asoya paşerojê ya vê stratejiyê eşkere kir û got: “Gava ku ev pêvajo li gorî armancên sîstematîk ên dewletê bi serkeftî bi encam bibe, dê di serî de eniya navxweyî ya welat xurt bike, sîstema ewlehiyê ya Tirkiyeyê geş bike û asoyên nû li ber civakê veke.”

Di dawiya peyama xwe de, Serokkomarê Tirkiyeyê giranî da ser operasyonên serbazî û îstîxbaratî yên li dervayî sînor û tekez kir ku bi saya stratejiya “tundûtûjiyê li serkaniya wê tunekirin”, wan karîbû hem di navxwe de û hem jî di qada navdewletî de serkeftinên çarenivîssaz û stratejîk bi dest bixin.