Gera 4ê ya festîvala Şel û Şepikan bi amadebûna Serok Barzanî dest pê kir

Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, Gera Çarê ya Festîvala Zaxoyê ya Şel û Şepik û Kincên Kurdî, îro Çarşemê (10ê Hezîrana 2026) bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî bi awayekî fermî dest bi çalakiyên xwe kir.
Festîval bi armanca parastin û danasîna çand û kincên resen ên Kurdî tê lidarxistin û rûmeteke mezin bide hunera destan û kincên neteweyî.
Ev çalakî tenê bi nîşandana cilûbergan sîndordar namîne; di nava her du rojên festîvalê da (10 û 11ê Hezîranê) bernameyên pirreng û dewlemend hatine amadekirin:
Nîşandana Modelan: Reng û awayên cihêreng ên kincên Kurdî, bi taybetî şel û şepikên resen, tên pêşkeşkirin.
Panelên Taybet: Bi beşdariya dîzaynerên navdar, pispor û kesên şareza, li ser dîrok, giringî û paşeroja kincên Kurdî panelên taybet tên lidarxistin.
Çalakiyên Çandî: Di dirêjahiya her du rojan da gelek çalakiyên hunerî û çandî yên cuda cuda birêve diçin.