Li Rojavayê Kurdistanê pêvajoya ku di sala 2011’an de bi Buhara Ereb re dest pê kiribû, di 29’ê Sibata 2026’an de bi peymana ku di navbera Şam û hêzên HSDê de hat çêkirin bi dawî bû.
Bi peymana 29’ê Sibatê re, li Rojavayê hemû dewlemendiyên bin erd û ser erd, pêkhateyên îdarî-leşkerî û sazîyên fermî radestî rejimê hatin kirin. Tiştê tenê ku nehat radestkirin desthilatdariya kadroyan bû, ya ku PKKê li dû xwe hiştiye.
Bi Buhara Erebî re, PKKê bi salan kadroyên xwe yên ku li Qendîlê, Kampa Mexmûrê û herêmên din ên Başûr kom kiribûn, herikandin Rojava. Ev kadro li Rojavayê ketin ser hemû saziyan mîna HSD, PYD, TEV-DEM û saziyên nefermî weke darayî û îstîxbaratê. Kadroyên ku ji nav gel wekî vîtirîn hatibûn nîşandan bûn otorîteya rasteqîn û tenê ya biryardar û bîrokrat.
Navên popûler ên wekî Mazlum Abdi, İlham Ahmet-Ronahi Efrin, Fewza Yusuf-Zaxo Zagros, Asya Abdullah-Dilan Derik, Sipan Hamo-Derweş Efrin, Hesen Koçer, Aldar Halil, Rojhilat Efrin, Emine Ose-Mizgin Derik, Newroz Ehmed, Hesen Mihammed Eli-Zuhat Kobani, Şervin Derik-Hediye Yusuf, Perwin Yusuf, Bedran Çiya Kurd tenê beşek ji van kadroyan in.
Li bin van de jî heta astên rêxistinbûna taxan sîstemek hat avakirin ku ji aliyê kadroyan ve dihat birêvebirin.
Li cihên mîna vîlayên luks, mêvanxane û hwd.. yên ku ji serdema Esad mabûn, ji bo xwe jiyaneke luks a xweser û li dervayî gel ava kirin.
Bi peymana 29’ê Sibatê re, ev sîstema ku pişta xwe dispart desthilatdariya kadroyan hildiweşe. Gelê ku berê bi birrîna erzaqan, derxistina ji saziyan û bi hêza çekê dihat tirsandin, niha kadroyan rexne dike û wan naxwaze.
Şervanên ciwan ên di nav HSDê de vediqetin û vedigerin malên xwe. Mirovên ku di saziyan de dixebitin bi hincetên cuda qut dibin û diçin. Mîna berê herikîna drav tuneye. Jiyana luks, drav, şofêr, erebe, gerên derveyî welat û budceyên taybet her ku diçe radibin.
Li Rojava her tişt hat radestkirin lê kadro naxwazin desthilatdariya xwe radest bikin.
Kadro mal, xanî, erd û wesayîtên ku di nav 15 salên borî de hatibûn bi dest xistin, li ser navê xwe qeyd dikin. Li ser mijara ku dê tapû li ser navê kê bin, şerekî mezin heye.
Herwiha piştî ku Sîpan Hamo li Sûriyeyê wekî Alîkarê Wezîr wezîfe girt, nexasim di navbera kadroyên mêr ên kevin de şerê “kî dê wezîfeya fermî bigire” heye.
Û li aliyê din jî kadro dizanin ku heke desthilata xwe ya li ser gel bi temamî winda bikin, wê demê bi awayekî kesane jî nikarin xwe biparêzin. Ji bo vê yekê jî dixwazin daxwaza avakirina desthilatê li ser gel nû bikin.
Ji bo vê yekê, ji aliyekî ve gel hîn jî tehdîd dikin. Ji aliyê din ve jî ji bo berhevkirina girseyê, di hevdîtinên bi Şamê re sozên wekî “em ê bixebitin da ku hûn bibin karmendên fermî” û hwd. didin.
Ji bo zindîhiştina girseyê, hîn jî bi berovajîkirina rojevê re mijûl dibin. Çek di destê wan de hebû nekirin, lê niha ji gel re dibêjin “ji bo mafên Kurd ên wekî zimanê Kurdî, kota, YPJ û hwd. têkoşînê bikin”.
Ji aliyekî ve nakevin hilbijartinan û ji ber ku ketiye hilbijartinan ENKSê wekî dijmin îlan dikin; ji aliyê din ve jî ji bo ku bibin karmendên dewletê çalakiyan dikin.
Şaşiyên ku 15 salin li Rojava hatine kirin, Kurd mehkûmî peymana 29’ê Sibatê kirin. Berpirsê vê yekê jî PKK û kadroyên PKKê yên li Rojava ne. Ji ber vê hezîmeta ku qewimiye, yek kadroyê PKKê jî ji wezîfeya xwe îstifa nekir û yek kadroyê PKKê jî rexnedana xwe neda. Û hîn jî mîna ku serkeftinek qezenc kiribin, hewl didin rojevê berovajî bikin.
Desthilatdariya kadroyan a li Rojava çawa ku di pêvajoya 15 salên borî de da windakirin, ji niha û pê de jî heta ku bi vî rengî berdewam bike, dê bide windakirın.