Di destê PKK’eya hilweşandî de çekên girîng hene. Bi taybetî bi pêvajoya Rojava re, PKK’ê gelek mûşek, dron û çekên menzîlê wan dûr bi dest xist. dîsa, ji ber hevkariya xwe ya bi Heşdî Şebî re li Iraqê, bûn xwedî kûjmekî girîng ji mûşek û cebilxaneyên neqeydkirî. PKK’ê xwe hilweşand û di merasîmek di 11 ê Tîrmeha 2025 an de çekên xwe şewitandin.
Di 10 ê Tebaxê 2026 an de, li Tirkiyeyê qanûnek çarçoveyî ya 12 xalî hate derxistin, ku çekên xwe radestî dewletê bikin. Ocalan, li Îmraliyê, bi dewleta Tirkiyê re li ser çekberdana PKK’ê peymanek çêkiriye.
Ji ber vê gelo dê PKK’e çi bi çekên xwe bike?
Rojnameya Yeni Şafak, ku nêzîkî AKP ê ye û bi zardevê agahiyan ji dewletê, li ser mijarê sekinî.
Li gorî vê rojameyê, PKK’e dê çekên xwe radestî Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê bike.
Li gorî vê prosesê;
Pêşî, Wezareta Parastina Neteweyî dê çekên ku ji hêla PKK’ê ve hatine radestkirin bi raporên MÎT ê re yên derbarê çekên di destê PKK’ê de berawird bikin ku bikaribin zelal bikin ka çekên winda hene an na.
Çekên konvansiyonel ên ku li gorî standardên NATOyê ne û çekên parastina hewayî yên nûjen (dron) dê bikevin nava envantera Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de.
Çekên ku li gorî standardên NATOyê nînin dê werin helandin û ji nû ve werin bikar anîn.
Hin ji çekên mayî jî dê werin firotin an jî bi welatên guncaw re werin hevguherîn.
Dahata ku ji vê pêvajoyê were bidestxistin dê bikeve ser hesaba Wezareta Xezîneyê ya Tirkiyê.
PKK’e xwedî cebilxane û hêzek leşkerî ya mezin e. Niha ku xwe hilweşandîye ji vê yekê dê kî sûd werbigire? Dê ev hêza heyî çibibe?
Di 19 ê Cotmeha 2023 an de, PKK’e ji çeper û tunelên li Çiyayê Qaraçox û dewrûberên wargeha Mexmûrê vekişiya û ew radestî artêşa Iraqê kir.
Hêzên YBŞ’ê yên li Şingalê tevlî Heşdî Şebî kirin û hîn jî rêgirîyê ketina Pêşmergeyan bo herêma Şingalê dikin.
Bi salan e ku PKK’ê Pêşmergeyên Roj ên li Rojavayî wek dijmin îlan kirin, lê paşê wan HSD tevlî artêşa Sûriyê kir û hêzên Sûriyê anîn Rojava yê Kurdistanê.
Piştî ku pêvajoya bi Tirkîyê re dest pê kir, wan tunel û depoyên cebilxaneyê yên li herêma Behdînanê radestî dewleta Tirk kirin. Niha ew amadekariyên radestkirina cebilxaneyên mayî dikin bo artêşa Tirkîyê.
Niha hêzên Rojhilat PJAK maye dest PKK’ê de li ser wan bazarê dikin, lê hê çarenûsa wan ne diyar e. Ji ber ku behsa yekparçeyîya xaka Îranê û entegrasyona demokratik dikin.
Yanî, PKK’ê hêz û çekên leşkerî yên xwe li ser dewletên Iraq, Sûriye û Tirkiyê belav kirin. Ango radestî dagirkeran kirin. Çi senger û cebilxane radestî Kurdan nekir.
Lê belê, ji sala 2019 an heta 2024 an, rexmê daxwaz û talabîyên Pêşmerge ku artêşa Tirk nekeve herêma Kurdistanê, lê PKK’ê ev daxwazî weke sebaba şer pênase kir û êrişî hêzên Pêşmergê Kurdistanê kir. Niha, piştî ku PKK’ê xwe hilweşandî jî, wan ne sengerek, ne çekek, ne rêyek, ne tûnêlek bin kontrola xwe de nedaye Hêzên Pêşmerge.
Bi kurtûKurmancî, ji bilî Kurdan, her kesî ji çekên-sengerên PKK’ê sûd wergirt…