Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Kurd-Bane-net

Li herêneke sînorî ya bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekê Kurd bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hat kuştin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê berê sibeha îro li herêmeke sînorî ya bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê gule li  welatiyekî Kurd reşandin.

Di encama gulebaranê de welatiyê Kurd ê bi navê Mutelîb Xeyberî canê xwe ji dest da.

Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê li ser bûyerê ragihand: “Hêzên Îranê li sînorê Çomanê ew kes bêyî hişyariya pêşwext û bi hinceta veguhastina kel û pelên qaçax da ber guleyan û kuşt.”

Ajansa Kurdpayê amaje bi wê yekê kir, dema ku hêzên Îranê gule berî Mutelib Xeyberî dan ti kel û pelên qaçax pê re nebûn.

Li gorî zanyariyan, Mutelib Xeyberî bavê du zarokan b, Termê wî veguhastine Nexweşxaneya Baneyê û heta niha radestî malbata wî nekirine.