PDK-S di salvegera damezrandina xwe de: Rêbaza “Barzaniyê Nemir” her tim rênîşandera xebata me bûye

PDK-S di salvegera damezrandina xwe de: Rêbaza "Barzaniyê Nemir" her tim rênîşandera xebata me bûye

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S)، wekî pêşenga tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyeyê, îro derbasî 69emîn salvegara damezrandina xwe bû. Polîtburoya partiyê bi vê boneyê, peyameke stratejîk û pîrozbahî arasteyî raya giştî û aliyên niştimanî kir.

Di peyamê de hat bibîrxistin ku dema di 14ê Hezîrana 1957an de yekemîn bingehê vê partiyê ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve hat danîn, welat di qonaxeke hestiyar de bû. Damezrandina vê rêxistinê wekî mîrasgira Tevgera Xoybûnê û bersiveke pêwîst a wê demê hat pênasekirin, da ku bibe mertalek ji bo parastina hebûn û rûmeta gelê Kurd li ser axa wî ya dîrokî.

PDK-Sê bal kişand ser dîroka xwe ya tije qurbanî û zextên ku li ser serkirde û endamên wan di serdemên cuda de (bi taybetî di dema Yekîtiya Sûriye-Misrê û desthilata Beisê de) hatine meşandin. Partiyê da zanîn ku wan tu carî li hemberî projeyên nijadperest ên mîna “Kembera Erebî”, “Serjimêriya Awarte ya 1962an” û qedexekirina ziman û navên Kurdî serê xwe netewandiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêbaza “Barzaniyê Nemir” her tim rênîşandera xebata wan bûye. PDK-Sê ragihand ku ew xwe wekî parçeyekî bingehîn ji projeya neteweyî ya Kurdistanê dibînin, ku îro di bin serokatiya Mesûd Barzanî de û bi bandora şoreşên Îlon û Gulanê berdewam dike.

Wekî stûna serekî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), partiyê careke din daxwaza yekitiya navxweyî ya Kurdan kir. Di peyamê de amaje bi biryarên Konferansa 26ê Nîsana 2025an hat kirin û hat tekez kirin ku ji bo serkeftina doza rewa, destê wan her tim ji bo her lihevkirineke niştimanî ya berfireh vekirî ye.

Derbarê çareseriya krîza Sûriyeyê de, partiyê destnîşan kir ku bingeha çareseriyê di naskirina destûrî ya mafên Kurdan de ye. Ew daxwaza avakirina Sûriyeyeke nû, demokratîk û federal dikin; sîstemek ku mafên wekhev bide hemû pêkhateyên neteweyî (Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr, Ermen, Tirkmen) û parastina azadiya hemû baweriyên olî (Misliman, Krîstiyan, Êzîdî) bike.

Polîtburoya PDK-Sê di dawiyê de rêz û silavên xwe pêşkêşî giyanê pak ê şehîdan, girtiyên azadiyê û hemû endamên xwe yên fîdakkar kir. Partiyê peymana xwe ligel gelê Kurd nû kir ku ew ê heta gihîştina bi dadperwerî, azadî û rûmetê, li ser xeta têkoşîna sivîl û demokratîk bimeşin.