HSDê nasnameya 8 Şervanên mirina wan veşartî eşkerekir

Hêzên Sûryeya Demokratîk nasnameya 8 Şervanên din eşkere kir ku di dem û cihên cuda de ketine ber êrîşên çeteyên Şamê û ji nû ve mirina wan îlan kir.
HSDê îro roja yekşemî 14 Xizîrana 2026ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 Şervanên xwe aşkere kri ku li Çileya îsalê li herêmên Kobanê û Reqqayê ketine ber êrîşên çeteyên Şamê û canê xwe ji dest da ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 8 Şervan dema wan erka xweya têkoşîn û exlaqî pêk danîn, di dem û cihên cuda de şehîd bûn.
Navên wan wisaye:
Mistefa Mehmûd ji srînê.
Mesûd Reşîd ji Efrînê.
Welîd Silêman ji Efrînê.
Welat Elî ji Efrînê.
Egîd Beşîr ji Efrînê.
Ebdu Mûsa ji Efrînê.
Rêzan Elî ji Efrînê.
Henan Mihemed ji Efrînê.
Li gorî amarên navendên lekolînê li Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de, ku li 6î Çileyê dest pê kirbûn, herî kêm 1200 Kurd hatine şehîd kirin, bi hezaran hatine revandin û bi sedan hezar jî koçber bûn.