Şandeyê taybet ê Donald Trump bi nameyeke tund gihîşt Bexdayê

Şandeyê taybet ê Donald Trump bi nameyeke tund gihîşt Bexdayê

Şandeyê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo karûbarên Rojhilata Navîn Tom Barrack, di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt paytexta Îraqê bajarê Bexdayê. Tê çaverêkirin ku Barrack peyameke krîtîk û nameyeke taybet a Trump a derbarê bêçekkirina grûpên çekdar û sînordarkirina hejmona Îranê de bigihîne rayedarên payebilind ên hikûmeta federal.

Tom Barrack îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026an) di destpêka hevdîtinên xwe de rastexwe bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re civiya. Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatine bi dest xistin, Barrack nameyeke taybet a Trump radestî Zeydî kiriye ku tê de daxwazeke zelal û hişk heye; li gorî nameyê, divê sîstema Îraqê di demeke diyarkirî de hemû grûpên çekdar kontrol bike û çekan bi temamî ji destê wan bigire.

Ev fişara dîplomatîk a Washingtonê di demekê de ye ku grûpên mîna Ketayîb Hizbullah, Nuceba û Seyîd al-Şuheda bi eşkere ragihandine ku ew amade nînin çekên xwe deynin û fermanên fermî yên serokwezîriyê bînin cih. Ev helwesta grûpên çekdar bûye sedema bêbaweriyê li cem rêveberiya Trump, ji ber ku fikarên mezin hene ku ev pêkhate piştî tevlîbûna nav saziyên hikûmetê jî, di rewşên awarte de dîsa çekan li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bi kar bînin.

Di vê çarçoveyê de, Tom Barrack di hevdîtina xwe ya ligel Zeydî de tekez kir ku bi tu awayî nayê qebûlkirin çek li derveyî kontrola saziyên fermî yên dewletê û serweriya yasayê bimînin. Herwiha di civînê de mijara bidawîkirina bandora siyasî û serbazî ya Îranê ya li ser biryarên Bexdayê û çend dosyeyên giring ên aborî û enerjiyê li ser maseya gotûbêjan cîh girtin.

Li gorî bernameya serdanê, Tom Barrack piştî bidawîkirina hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, dê sibe berê xwe bide paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê. Biryar e şandeyê Amerîkayê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Kurdistanê re bicive daku guhartinên herî dawî yên jeopolîtîk ên herêmê û geşepêdana peywendiyên Hewlêr-Washingtonê gotûbêj bike.