Mesrûr Barzanî li ser pêkanîna hikûmetê daxuyanî da

Masrour Barzani-Krg

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê divê ewilî Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku parlamento milkê gel e û nabe ti kes rê li ber aktîvkirina wê bigire.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack qebûl kir.

Piştî civînê, Mesrûr Barzanî li ser naveroka hevdîtinê û mijarên rojevê agahî dan.

Hevahengiya bi Bexdayê re û hilberîna Amerîkayê

Mesrûr Barzanî civîn wekî “pir baş” pênase kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku wan li ser hemû mijarên girîng ên Herêma Kurdistanê û Îraqê gotûbêj kiriye û got:

“Me qala awayê hevahengî û xebata bi hikûmeta birêz Elî Zeydî re kir da ku rewşa aborî û ewlehiyê ya navçeyê baştir bibe.”

Her wiha wî da zanîn ku di civînê de mijara zêdekirina hilberîna şirketên Amerîkî ya li Herêma Kurdistanê hatiye nirxandin.

Mesrûr Barzanî anî zimên ku ev gav dê bibe alîkar da ku aboriya Îraqê jî bihêztir bibe.

Aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê

Mesrûr Barzanî li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya saziya yasadanînê û got:

“Gava yekem a pêkanîna hikûmetê, aktîvkirina parlamentoyê ye. Heta niha parlamento nehatiye aktîvkirin û ev yek ne di cihê xwe de ye.”

Barzanî rexneyên xwe domandin û wiha pê de çû:

“Me ji roja yekem ve gotiye ku parlamento milkê hemû gelê Herêma Kurdistanê ye û ne milkê ti partiyeke siyasî ye.

Mafê ti kesî nîne ku rê li ber aktîvkirina parlamentoyê bigire.”

Mesrûr Barzanî her wiha anî zimên ku parlamento cihê nîqaşkirina nêrînên cuda ye û got:

“Heke parlamento were aktîvkirin, wê demê em dikarin li ser pêkanîna hikûmetê jî biaxivin.”

Peymana Amerîka û Îranê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê helwesta Hewlêrê ya li ser peymana nû ya di navbera Washington û Tehranê de jî zelal kir û got:

“Em her dem bi aliyê aştiyê re ne. Em her peymanê pêşwazî dikin ku herêmê ber bi aştî û aramiyê ve bibe.”