“Ciwanên Şoreşger” zarokeke 14 salî ji gundekî Efrînê revand

ciwan-shorashgar-info

Li gundê Basûtê yê ser bi herêma Efrînê ve, zaroka bi navê Heyat Xelîl Welo ya 14 salî ji aliyê komeke ser bi “Ciwanên Şoreşger” ve hat revandin û ber bi Qamişloyê ve hat birin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, komeke rûpêçandî a ser bi “Ciwanên Şoreşger” ve ku ji 5 kesan pêk, dihat berbanga 4ê Hezîrana 2026an, bi ser gundê Basûtê de girtin û zaroka 14 salî ya bi navê Heyat Xelîl Welo revandine û ew ber bi bajarê Qamişloyê ve birine.

Piştî rûdana bûyerê, rayedarên herêmî dest bi lêkolînên berfireh kirine, da ku cihê zarokê diyar bikin û wê bi silametî radestî malbata wê bikin.

Li gorî wê rêxistinê, ev bûyer di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên li dijî zarokên Kurd li Rojavayê Kurdistanê de tê hejmartin. Her wiha bang li welatiyan hat kirin ku li hemberî tevgerên van komên ku zarokan direvînin hişyar bin.

Malbata Heyat Xelîl Welo û rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikin ku Heyat demildest bê azadkirin û vegerandin bo nav malbata xwe.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ku ser bi Rêveberiya Xweser û HSDê ve hejmartin, bi wê yekê tê tawanbarkirin ku bi mebesta leşkerkirinê, ciwan û zarokan li herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê direvîne.

Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekgirtî re planeke çalakiyê ji bo qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava refên çekdar de îmze kiribû, lê revandina zarokan hîn jî berdewam dike.