PKKê gef li lêkolîner Gulîstan Yarkin û malbata wê xwarin

PKKê gef li lêkolîner Gulîstan Yarkin û malbata wê xwarin

Hat hînbûn ku civaknas û lêkolîner Gulîstan Yarkin, ji ber nêrînên xwe yên ku li ser medyaya civakî weşandine, hatiye tehdîdkirin. Yarkin duh li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew û malbata wê rûbirûyî gefan bûne. Belgeyên ku ji aliyê Yarkin ve hatine parvekirin, bi zelalî sedemên van tehdîdan diyar dikin; gefên ku di ser hejmarên (reqemên) Îraq, Endonezya û hwd re jê re hatine şandin.

Li gorî van belgeyan, di peyamên ku ji diya wê re hatine şandin de weha hatiye gotin: “Pêşniyara me ew e ku tu keça xwe terbiye bikî. Keça te li ser tevgera me bi awayekî nebaş diaxive. Tevgera me ne bêxwedî ye.” Di peyamên ku ji xwişka wê re hatine şandin de jî weha hatiye gotin: “Xwişka te bi gotinên nebaş ên li ser tevgera me, jiyana xwe dixe xeteriyê.” Di wan peyamên ku tê de gef li Gulîstanê tên xwarin û îdia dikin ku heqaret li şehîdan û Ocalan hatiye kirin, kesên gefxwer xwe wekî “fedaîyên Rêber Apo” pênase dikin. Wekî din, agahiyên taybet (şexsî) yên Yarkin û malbata wê jî hatine belavkirin.

Gulîstan Yarkin di daxuyaniyeke derbarê van gefan de weha got: “Ev kes di peyamên xwe yên tehdîdkar de îdia dikin ku min heqaret li ‘Apo, PKK û şehîdan’ kiriye. Çu delîlek jî nayê pêşkêşkirin ku vê îdiaya wan piştrast bike. Ger mesele li ser îfadekirina ramanên min be, ev faşîzm û dîktatorî ye. Ez vê mijarê tînim ber çavê raya giştî.” Bi vî awayî, wê bang li raya giştî kir ku li dijî van kiryaran hişyar bin.

Yarkin, ku di qada giştî de bi lêkolînên xwe yên serbixwe tê naskirin, Elewî ye û bi gelemperî bi piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna jinan tê zanîn. Di demên dawî de, Yarkin bi rexnekirina polîtîkayên “entegrasyonê” yên Ocalan dihat naskirin. Wê rexneyên xwe bi argûmanên siyasî û bêyî ku bêrêziyê bike anîbûn ziman. Gefên li dijî Yarkin, bûn sedema berteke mezin di nava raya giştî ya Kurd de.

Yarkin ne kesa yekem a serbixwe ye ku ji hêla alîgirên PKKê ve tê tehdîdkirin. Hemû nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên ku li dijî siyaseta entegrasyonê ya Ocalan a sala 2025an derdikevin, bi awayekî hatine tehdîdkirin. Berî demekê, li ser medyaya civakî lîsteya navên hin kesan ku wekî hedef hatibûn nîşandan, hatibû belavkirin.

Tê raman ku PKK ji bo pêşîgirtina li rexne û pirsiyarên li ser Ocalan û PKKê yên di nava gelê Kurd de tevdigere, daku bi rêya bêdengkirina rexnegiran rê li ber belavbûna vê helwestê bigire. Herwiha tê dîtin ku PKK helwesteke êrîşkar, nemaze li hemberî wan kesên ku rexneyên xwe li ser argûmanên siyasî û rewa ava dikin, zêdetir dike.