Raporta îstîxbaratî ya krîtîk: PKK ji 72 xalan vekişiya û artêşa Tirk li wan cîhan bi cîh bû

Di demekê de ku nîqaşên li ser “asêbûna” proseya çareseriyê û danîna çekan berdewam dikin, rapora nû ya saziyên îstîxbaratî balê dikişîne ser guhertineke mezin a leşkerî. Li gorî zanyariyên hatine weşandin, hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji 72 xalên stratejîk ên li nav axa Herêma Kurdistanê vekişiyane û Artêşa Tirk rastexwe li wan cîhan bi cîh bûye.
Li gorî nûçeya rojnameya “Nefes”ê, PKKê ji herêmên herî krîtîk ên li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê paşvekişandin encam daye. Di vê çarçoveyê de, gerîlayan herêmên mîna Geliyê Metînayê yê li hemberî Çelêya Colemêrgê, Kaşura, Derar, Hîror, Kestê, Bêşîlî, Zendura, Seraro, Begova, Girê Dilber, Nêrweh, Rêkan, Geliyê Dostkî, Girê Mamreş, zincîreçiyayên Metîna, Nihêl, Çiyayê Kurajaro, Çiyayê Gapnerk, Dergelê, Mîska, Golka, Bazê, Spîndar, Belavê, Zengil Tepe, Heftanîn, Şeranîş, Amêdî, Şeladizê, Kanîmasî, Dêrelûk û Avaşîn-Basyanê bi temamî vala kirine ku bi giştî 28 herêman li xwe digire.
Herwiha di raporê de hatiye piştrastkirin ku PKKê ew herêmên ku berê wekî “Fermandariya Navendî ya Biryargeha Parastina Gel” û “Herêmên Parastina Medyayê” bi kar tînan jî bi cîh hiştine. Di nav van cîhan de xalên herî asê yên li ser Çiyayê Garayê mîna Meyrokê, Çemrebotkî, Kaniya Sar, Bergare, Pîriz, Siyanê, Geliyê Kafya, Yekmal, Nehlî, Guzê, Melkê, Dosteka, Gîsê, Mezringane, Navxoş, Dîfrî, Duvriyê, Qulingeh, Mamîşmiş, Çelka, Sedarê, Geliyê Ohran, Ergenê, Deriyê Çendî, Girê Reşît, Biyê, Neran, Şkeftiyan, Bilindbaz, Keleha Saddam, Xerê, Sergelê, Kanî Mazê, Çemankê, Şîlya, Kareba, Rebetkê, Hesnekî, Kanîka, Berwarî Bala, Girê Bahar û devera Çemço ya li hundirê Geliyê Zapê hene. Hat ragihandin ku ev dever ji çek û teqemeniyan hatine paqijkirin û serbazên Tirk ên ku di operasyonên “Pençe-Kilit”ê de cîh digirin li wir hatine rûniştandin.
Li aliyê din, ev geşedan wekî pevguhertineke veşartî ya navbera PKK û dewleta Tirk tê nirxandin. Malpera “Darka Mazi” jî beriya niha di rapora xwe ya 28ê Tîrmeha 2025an de bi sernavê “PKK hinek çeper û çekên xwe bi dizî radestî Artêşa Tirk dike” daxuyandibû ku tunelên li derdora Metîna û Zapê hatine radestkirin. Ji sala 2019an ve, di encama zincîre-operasyonên “Pençe” yên Artêşa Tirk de, çiyayên herî krîtîk ên Herêma Kurdistanê ketine bin kontrola Enqereyê. Tê zanîn ku PKKê bangawaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge yên bi şêwazê “van lûtkeyan radestî me bikin daku xelk zirarê nebîne û artêşa Tirk neyê herêmê” red kiribûn, lê piştre ew lûtke hemû teslîmî destê hêzên Tirk kirin.