Murat Emir ji bo pêvajoya aştiyê bang li desthilatê kir: “Raporê bixin pratikê”

Partiya Gel a Komarî (CHP) rexneyên tund li polîtîkayên hikûmetê yên di warê demokrasî û hiqûqê de girtin. Cîgirê Serokê Koma CHPê Murat Emir ragihand ku rapora parlamentoyê ya ji bo çareserî û aştiyê hatiye amadekirin, li ser refan hatiye hiştin û desthilat di vî warî de tu gavên berbiçav navêje.
Emir, ku wekî kesekî nêzîkî Rêberê CHPê Özgür Özel tê naskirin, diyar kir ku şerta herî pêşîn a aştiyeke mayînde cîbicîkirina normên dadrûsiyê ye. Lê belê li gora wî, atmosfera siyasî ya heyî li şûna pêşveçûnê, ber bi paşveçûnê ve diçe.
Murat Emir bal kişand ser girîngiya rapora komîsyonê û wiha axivî:
“Ev xebat ne tenê ya partiyekê, bi piştgiriya hemû fraksiyonên di parlamentoyê de û bi hişê hevpar ê civakê hatibû amadekirin. Ji bo ku tundûtûjî bi yekcarî ji holê rabe, di raporê de rêyên demokratîk hatibûn nîşandan. Divê ev daxwaz nebin qurbaniya gotinên rojane.”
Cîgirê Serokê Koma CHPê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bêyî serweriya qanûnê û bêyî ku dadperwerî li Tirkiyeyê bibe bingeha serekî, ne pêkan e ku bingeheke saxlem ji bo aştiyê bê avêtin.