Erdogan: Ji bo Tirkiyeya Bêteror em amade ne

Erdogan: Ji bo Tirkiyeya Bêteror em amade ne

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew û Îtifaqa Cumhur di mijarên neteweyî da, bi taybetî jî di pêvajoya “Tirkiyeya Bêteror”, siyaseta derva û ewlehiyê da ji bo lihevkirin û diyalogê amade ne.

Erdogan ev daxuyanî li Sapancayê, di çarçoveya “33yemîn Civîna Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê” da da zanîn û li ser gelek babetên di rojevê da peyamên girîng belav kirin.

“Ev Dewlet Ya 86 Milyon Welatiyan e”

Erdogan di axaftina xwe da tekezî li ser yekîtiya civakî kir û diyar kir ku tu welatiyek li ser vê axê dêmariyan (zarokê zirbav/zirmor) nîne:

“Ev dewlet tenê ya komekê, beşekê yan jî nijadekê nîne; ev dewleta 86 milyon welatiyên li ser vê axê ye. Siyaset tê wateya lihevkirin, diyalog û danûstandinê. Em ne mecbûr in ku di her mijarê da weke hev bifikirin, lê divê em di mijarên têkildarî berjewendiyên welat û milet da li hev bikin.”

Rexneyên Tund Li CHPyê û Hêzên Derva

Serokomarê Tirkiyeyê her wiha bal kişand ser nîqaşên navxweyî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) û got ku ew naxwazin bibin parçeyek ji vê rewşê. Erdogan destnîşan kir ku mixalefeta ku hêza xwe ji gel negire û pişta xwe bide planên hêzên biyanî, tenê zirarê dide welat.