Li Wanê Konferansa Yekîtiya Neteweyî hat lidarxistin: “Ji siyaseta dewletê û entegrasyonê re na”

Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, piştî xebatên xwe yên li bajarên Qoser, Îzmîr û Ruhayê, çaremîn konferansa xwe ya berfireh li bajarê Wanê li dar xist. Di konferansê de daxuyaniyeke hevpar hat dayîn û bi tundî hat destnîşankirin ku ew hem siyaseta dewletê ya “yekperest” û hem jî siyaseta “entegrasyona demokratîk” a eniyên din bi temamî red dikin.
Ev platforma ku duh 27ê Hezîranê hat organîzekirin; ji aliyê PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û jimareke zêde ya kesayetên serbixwe ve hat birêvebirin. Civîn li Hola Konferansê ya Yılmaz Güney a ser bi Baroya Wanê ve, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, nivîskar û rewşenbîrên herêmê hat lidarxistin. Di destpêkê de piştî deqîqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, Serokê Teşkîlata Wanê ya PWKyê Hüsamettin Acar bi Kurdî û Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayyip Kızılyıldız bi Tirkî kurte-axaftineke xêrhatinê pêşkêş kirin.
Di panela sereke de, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, li ser navê kesayetên serbixwe Ali Öncü, rêvebirê PÊLKURDê Köroğlu Karaaslan, nûnerê VEJÎNê Mustafa Dilsoz û Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Özçelik bi dorê gotarên xwe pêşkêş kirin. Her pênc axaftvanan bal kişandin ser wê yekê ku dewleta Tirkiyeyê sed sal e li ser hişmendiya “yek milet, yek ziman, yek al” mafên neteweyî yên Kurdan tune dihesibîne. Di heman demê de, rexneyên tund li xeta siyasî ya Abdullah Ocalan, PKK û DEM Partiyê hatin girtin; hat destnîşankirin ku siyaseta “Komara Demokratîk” mafê statuya siyasî û mafê çarenivîsê (kendi kaderini tayin hakkı) yê miletê Kurd paşguh dike û ev xet nabe çareseriya pirsgirêka Kurdistanê.
Di pişka duyemîn a konferansê de, nivîskar û lêkolîner Ziya Avcı, siyasetmedar İbrahim Güçlü, Muşawirê Aborî Necip Uludil, Bedirhan Epözdemir, Abdurahim Gümüştekin, li ser navê Însîyatîfa Neteweyî Diyar Özbakış, Serokê Berê yê Komeleya Melayên Kurd Mele Kerem, Mehmet Baydar û Leyla Engîn bîr û ramanên xwe li ser avakirina tifaqlan anîn zimên. Di dawiyê de, li ser navê Dîwanê Sedat Doğan spasiya beşdaran kir û daxuyand ku ev xebat dê li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî berdewam bikin daku temsîliyeteke neteweyî û Kurdistanî li ser prensîbên pîroz were avakirin.