4 şervanên YRK’ê di êrîşa Supayê Pasdaran de canê xwe ji dest dan

YRK’ê, yek ji baskên PKK’ê li Rojhilatê Kurdistanê ragehand; ku di encama operasyona Supayê Pasdarên Îranê da li devera Mahabadê, 4 şervanên wan canê xwe ji dest dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê, di daxuyaniyekê da ragehand ku di encama operasyona Supayê Pasdarên Îranê da li devera Mahabadê, 4 şervanên wan (2 keç û 2 kur) piştî berxwedaneka qehremanane şehîd ketin.
YRK’ê diyar kir di demekê nêzîk da dê nasnameya şehîdan bo rayekê giştî werin aşkere kirin.
Di pişkekê din ya daxuyaniyê da hatiye diyarkirin: Ew weke YRK’ê ti caran êrîş nekiriye ser rejîma Îranê û ew “xeta sêyem” peyrew dikin, lêbelê Îranê piştî rêkketinên xwe yên dawî di gel Amerîkayê, êrîşên xwe li ser hêzên wan zêde kirine.
YRK’ê hoşdarî da ku ev êrîşe dê werin nirxandin û eger bidomin, helwestê wan dê cuda be û bi ti awayekî bêyî bersiv namînin.