Fîdan: Endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê armanceke stratejîk e

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştî hevdîtina xwe ya ligel şandeya pilebilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ji bo Enqereyê endamtiya tam a di nava yekîtiyê de armanceke stratejîk e. Fîdan bang li YE’yê kir ku di vê pêvajoyê de li ser bingeha pîvanên lêhatî û bi awayekî “bê cudakarî” tevbigere.
Wezîrê Derve Hakan Fîdan, li Enqereyê ligel şandeyeke astbilind a Yekîtiya Ewropayê ku ji Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlekariyê Kaja Kallas, Komîsera Berfirehbûnê Marta Kos û Komîserê Karên Navxweyî û Koçberiyê Magnus Brunner pêk dihat, civiya. Di civîna dualî de, mijarên sereke yên wekî siyaseta derve, bazirganî, birêvebirina koçberiyê û hêsankariya vîzeyê hatin gotûbêjkirin. Her wiha aliyan geşedanên herêmî û gerdûnî, bi taybetî şerê Rûsya-Ukraynayê û krîza berdewam a li Rojhilata Navîn nirxandin.
“Enqere ji bo pêşxistina peywendiyan amade ye”
Fîdan di daxuyaniya xwe ya piştî civînê de destnîşan kir ku Enqere amade ye peywendiyên xwe yên ligel Yekîtiya Ewropayê di her warî de bipêş bixe. Fîdan bal kişand ser kelemên li pêşiya pêvajoya endamtiyê û wiha got:
“Tirkiye li bendê ye ku Yekîtiya Ewropayê li ser bingeha pîvanên lêhatî tevbigere û ji her cure cudakariya siyasî dûr bikeve. Endamtiya di nava Yekîtiya Ewropayê de ji bo me hîn jî armanceke stratejîk e.”
Paşxaneya pêvajoyeke nîvco mayî
Dîroka hewildanên Tirkiyeyê yên ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê vedigere çend dehsalan. Enqereyê di sala 1987’an de bi fermî daxwaza endamtiyê kiribû û di sala 1999’an de wekî “welatê namzed” hatibû naskirin. Di Cotmeha 2005’an de danûstandinên fermî dest pê kirin, lê ev pêvajo ji ber çendîn sedemên wekî pirsgirêkên siyasî, qeyrana Qibrisê û nîgeraniyên Ewropayê yên derbarê mafên mirovan de hat rawestandin. Bi taybetî piştî hewildana derbeyê ya sala 2016’an, danûstandinên endamtiyê bi temamî hatin cemidandin.
Tevî ku pêvajoya endamtiya tam ev demeke dirêj e rawestiyaye jî, berpirsên Tirkiyeyê di serdema nû de hewil didin peywendiyên xwe yên ligel Brukselê nû bikin. Enqere di vê qonaxê de zêdetir giranî dide daxwazên wekî nûkirina Peymana Yekîtiya Gumrukê û hêsankirina proseya wergirtina vîzeyê ji bo hemwelatiyên xwe.