Aldar Xelîl: Xem nekin heyran, me bajar windahirin da ku êdî di dersên erdnîgariyê de zarokên me bi ezberkirina nexşeyê neêşin!

Memet Mêrdînî
Di dîroka felsefeya siyasî de gelek teorîsyenên mezin ên mîna Karl Marx hatine, lê rûmeta herî mezin a sedsala 21’an bê guman a fîlozofê me yê dermanê moralê, Aldar Xelîl e. Karê vî mirovî ne birêvebirina dîplomasiyê ye, karê wî afirandina mestatiyeke wisa kûr e ku hûn tê de binketina herî mezin jî wekî serkeftineke dîrokî bibînin! Gava ku li ser erdê sîstema Rêveberiya Xweser li her derê paşve vedikişe, gund û bajar ji dest diçin û qeyran digihe lûtkeyê, Aldar derdikeve pêşberî kamerayan; bi porê xwe yê şehkirî, rûyekî geş û bi çend gotinên mîna “berxwedana polatî” û “taktîka sedsalê” wisa hişê mirov mest dike ku tu dibêjî qey em niha ketine nîvê Enqereyê û me ala Kurdistanê li wir daliqndiye!
Ev sîstema mestbûnê wisa dixebite ku di ferhenga wan de tiştekî bi navê “binketinê” namîne. Eger artêşek were û bajaran yek bi yek ji destê we derxîne, ev ne paşvekişîn e; ev “stratejiya mestkirina dijmin û kişandina wî ya nava xefkê” ye! Anku, plan ew e ku em bihêlin dijmin hemû bajaran dagir bike, da ku gava ew bikeve hundir, ji kûrahiya axê û mezinahiya herêmê hişê wî tevlîhev bibe, westiyayî bikeve û di nava sersamiya xwe de winda bibe! Ev di eslê xwe de pîlaneke wisa kûr e ku hîn zanyarên leşkerî yên cîhanê fêm nekirine.
Lê ya herî kêmwêne û giranbuha, pergala matematîka aborî ya Aldar Xelîl bixwe ye. Ev sîstema ku wî di nava mestbûna siyasî de afirandiye divê li zanîngehên Harvard û Oxfordê wekî ders were xwendin. Hesabê wî yê herêmî pir sade ye: Gava bajarek an parêzgehek ji dest diçe, hewce nake ku êdî Rêveberiya Xweser mesrefa elektrîkê, dermanê nexweşxaneyan, ava vexwarinê û mûçeyên karmendan bide wî bajarî. Nexweşxane û dibistan ji aliyê din re man? Xem nake, barê me sivik bû!
Her ku bajar kêm dibin, budçeya ku di destê rêveberiyê de dimîne zêdetir dibe, mesref dibin sifir û em bi lez ber bi lûtkeyê ve diçin. Li gorî vê mantiqê, eger em Qamişlo, Kobanê û Amûdê jî bi temamî winda bikin, em ê bigihêjin qonaxa herî pîroz a “Sosyalîzma Paqij”. Di wê qonaxê de tu herêm, tu karmend û tu mûçe namînin ku rêveberî li ser milê xwe hilde. Ji ber vê yekê, gava parêzgeheke nû ji dest diçe, divê gelê feqîr di bin vê mestbûnê de li dewsa şînê, rasterast li dahol û zurneyê bixe, ji ber ku aboriya şoreşê gaveke din ber bi serkeftina herî mezin ve avêtiye!
“Mestbûna Şoreşgerî” û maseya bazirganiyê ya Enqereyê
Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku ev gelê Rojava hîn di vê mestatiyê de bi temamî cîh negirtiye, pir bêsebir e û her tiştî di çarçoveyeke piçûk de dibîne. Gava dibînin ku sîstema wan a ku bi xwîna hezaran ciwanan hatibû avakirin, di salên 2025 û 2026’an de di bin navê “Pêvajoya Çareseriyê” de hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe, dest bi gazinan dikin û dibêjin “Zarokên me çûn, axa me çû!”. Heyran, gava sîstema siyasî bi gotinan serxweş bûye, ma wextê Aldar û rêhevalên wî heye ku guh bidin van hûrguliyên we yên piçûk? Felsefeya me pir mezintir e!
Armanca me ya herî pîroz ne avakirina statuyekê ye li Rojava; armanc ew e ku ciwanên Rojava herin li çiyayên bakur û di nav tûnêlan de feda bibin, da ku maseya bazirganiyê ya di nava Bahçelî û Ocalan de li Enqereyê germ bimîne! Ma ji bo gundiyekî Amûdê an Hesekê şanaziyeke mezintir heye ku mala wî xerab bibe, lê li dewsa wê “Siyaseta Entegrasyonê” li Tirkiyeyê pêş bikeve û di her du salan de carekê qanûneke nû ya poşmaniyê ji bo me derkeve? Ev e siyaseta kûr a sedsalê! Gava tu di nav xewn û xeyalan de mest dibî, tu rûmeteke mezin pêşkêşî xeta “serokatiyê” dikî ku her carê wekî mîmarê aştiyê derkeve pêş.
Dermanê herî baş: Mestbûna bi daxuyaniyeke 3 deqeyan!
Di dawiyê de, dermanê herî felsefî û herî bi bandor ê li dijî her cûre krîz, birîn û birçîbûnê, dîsa daxuyaniyên Aldar Xelîl bixwe ne, ku wekî vexwarineke kûr hişê gel serxweş dike. Çi dibe bila bibe, sîstema parastinê hilweşiya? Statuya herêmê hat qurbanîkirin? Gel koçber bû? Tirs tune ye! Aldar dê niha bi mîkrofona televîzyonê re biaxive û bi çend gotinên sêrbaz ên mîna “pêngava dîrokî”, “taktîka polatî” û “têkoşîna sedsalê” we hîn zêdetir mest bike, wisa ku hûn ê şerm bikin ku we çima nan an elektrîk ji rêveberiyê xwestiye.
Mîtolojiya siyasî gava dibe dermanê hişê mirov, rastiya li ser erdê dibe wekî xewnekê. Em tenê dikarin ji dil pîrozbahiyê li vê şiyana bêhempa ya “mestkirina civakê” bikin ku dikare di nav her herifîn û binketinê de “manîfestoyeke serkeftinê ya mezin” derxîne holê û gelê xwe ji barê giran ê jiyan û bajaran rizgar bike!