Tirkikrin û Erebkirin bi kirasên demokratîk: çi li pişt “Entegrasyona Demokratîk” heye?

Dr.-Serbest-Nebî-Info

Dr. Serbest Nebî

Entegrasyona Demokratîk?

Hevoka “Entegrasyona Demokratîk”, ku ji hêla Ocalan ve hatiye afrandin û ji hêla alîgirî û şopînerên wî ve wekî dahênanek dîrokî ya bêhempa, jîr û pîroz tê wesifkirin, di bingeha xwe de armanc dike ku Kurdan Tirk bike, nasnameya wan jê bibe û wan di nav neteweya Tirk de asîmîle bike.

Bi heman awayî, armanc dike ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê Ereb bike û nasnameya wan di dewleta Erebîya Aûryeyê de ji holê rake.

Di derbarê xemlandina wê de jî ku wekî “Demokratîk” tê binavkirin, ew yêk nîşan dide ku polîtîkayên Tirkikrin û Erebkirinê yên ku berê bi zorê dihatin ferizkirin, êdî li Tirkiyê û Sûryeyê têkçûnek mezin xwarine. Loma jî dem hatiye ku van armancan bi awayekî veşartîtir, nerimtir û di bin hincetên berfereh û nezelal de werin bidestxistin, ku di bin wan de Kurd dê bi dilixwazî ber bi nava destên desthilatdariyê li Enqere, Şamê û Tehranê ve werin birin.