Hin dibêjin…

Kêşeya Mezin ya bakurê Kurdistanê!!!       

Bûbê Eser

Hin dibêjin em Barzanî ne, lê wê rêbaza pîroz nas nakin, tiştên ji bona Kurdan kirî ye, nivîsîye û gotiye pêk naynin. Tevger û berxwedanên wan baş nasnakin. Serî hildan û tekoşîna wan î sed salan nabînin ya jî naxwazin bibînin. Loma dipirsim ev çawa Barzanî bûn e?

Hin dibêjin em neteweyîne, lê miletê wan, zimanê wan, hebûna wan li ber tunebûnê ye, ne di xem û bîra piraniyê de ye. Roj bi roj li ser navê entegrasyonê di eslê xwe de ew tunebûna gelê kurd e, propaganda tê kirin. Di nava gelde vê bîr û baweriya pûç û vala dixwazin bidin qebûlkirinê û hê jî netewebûyinên me bêdeng in. Ev çawa netewebûn e?

Tê fêm kirin û zanîn ku hê hin partî, kes û kesayetiyên ji xwe re dibêjin em neteweyîne, bêdeng in ya jî bi qasî dengên wan bê bihîstin nikarin deng derxin. Gelo ev çawa netewebûn e?

Hin yekitiyan dixwazin: Lê perçebûn û ji hev belavbûn di nava wan de ye û di rûpelên deftera(lênûs) wan de xalên ji hev belavbûn û perçebûn nivîsandiye. Bi wê helwestê dê yekitî çawa pêk bê? Pêwîst e bê zanîn ku hîmên yekitiyan li ser asasê hevdu qebûlkirinê û li hember hev xwedî xweşbinîyê pêk tê. Lê ev jî hê ji me dûr e û fêm nakim çawa hin dikarin behsa yekitiya gel  bi vî reng û awayî bikin.

Hin tim dibêjin em siyasetmedar in; Lê ji siyasta Kurdistanî dûr in. Li gor berjewendiya sexsî û malbatê di nava partiyan de cih digirin. Bi salan e di nava partiyên siyasî de berpirs in. Lê du endam qezenc  nekirine. Pirtûkek ne nivîsandine. Nerîn û dîtina xwe bi eşkereyî û zelalî negotine û nabêjin.  Gelo bi siyasetmedarên weha re, dê yekitî çawa pêk bê?

Ji ber vê dibêjim: Pêwîste her partî û tevgerên ji bona azadiya gelê xwe tevdigerin, xwe ji nû de li gor baweriya xeta neteweyî berçav bikin, heye. Di berçarkirineke weha de wê hemî şaşî bêne dîtin ku ew bêne seraskirin û kêmanî bêne temam kirin.

Ya herî girîn jî ew e û ya nayê fêmkirin jî ev e: hema hema hemî partiyên ji xwe re dibêjin em kurdistanî ne, lê hezar mixabin ji bona berjewendî, yekrêziya gelê xwe jî tu gavên berbeçav navêjin. Piranî tenê di gotin û nivîsandinê de dimîne.

Heger bi rastî em yekitiya mala Kurd dixwazin: divê berjewendiya sexsan û partiyan em heta azadî û serxwebûna Kurdistanê bidin aliyekî da ku bikaribin bi hev re kar û xebatên ji bona azadiya gelê xwe bikin.

Ew jî pêwîst e ku di bin konekî neteweyî de, cihê hemî partî, kes û kesayetan hebe. Heger bi rastî jî em bawerin ku ji bilî yekitiyek neteweyî em ê nikaribin kêşeya xwe çareser bikin, wê gavê em mecbûrî hev in ku bi hevre bin. Bi hevre kar bikin. Konê xwe ê neteweyî vekin û di bin de cihê xwe bigirin da ku em jî bindestiyê azad bibin.

Divê êdî dev ji lîstik û fêlbaziyên weke salên berî heyştê bê berdan. Bi awayekî maqûl, bi nerîneke neteweyî bi mutewaziyeke însanê divê em nêzîkê hev bibin da ku bikaribin li gel hev kar bikin.

Weke rêber û serkêşên welatê xwe divê em li gel kêmaniyan jî bi destê hev bigirin. Di yekitiyeke neteweyî de, ji derve mayîna hin partî û kesayetan, ew nabe yekitiya neteweyî. Lê dikare bibe yekitiya partî û hin tevgeran. Helbet ew jî baş e.

Weke me gelek caran gotiye û nivîsiye ku divê kurd bibin yek. Ev bi serê xwe nerîna milet û gelê kurd e jî. Lê çima pêk nayê? Ew cihê pirsiye ku divê herkes ji xwe û ji berpirsên xwe bipirsin.

Bi qasî ez dizanim hê partiyên me yên kurdistanî, bi saya sal mezinên rêvebirên xwe, li gor bîr û rayên wan ku ew jî ji salên 1970 mane, tevdigerin. Loma bi bawerî, bi fikir û nerînên wê demê em ê nikaribin bibin xwediyê xwe û sîwaneke neteweyî ya li gor şert û mercên îro…

Îro xebatên legal ango eşkere li pêş e: Loma divê em jî li gor vê reng û dengê xwe diyar bikin ku em li kune, bi kê re dikarin beşdarî nava xebatên demokratîk bibin. Ya herî girîng û ferz jî ew e ku divê kurdên bakurê Kurdistanê bibin xwedî yek temsîlê da ku bikaribe mafê gelê xwe bi yek dengî biparêzin.

Ji bona derxistina altarnatîfeke weha jî divê em hev qebûl bikin, li gel kêmanî, şaşî û hêjahiyên xwe divê em bi hevre kar bikin da ku bibin altarnatîfek li bakurê Kurdistanê…