Girtina endamên HEVBENDÎyê sinyala siberojê ye!!!

hevbendi-net

Bûbê Eser

Berî ku em rewşê binirxînin divê em li gotinên Evdila Ocalan binerên ku bê di bin wan de çi daxwazan dike.

Evdila Ocalan di gotina xwe ya di roja 28 nîsana 2026an de weha dibêje:” Weke Pervîn xanimê jî gotiye ku divê pêşiya miletperwerên kurd bê girtin û divê ji nû de birêxistiniya wan re destûr neyê dayîn”.

Dema Evdila Ocalan li Sûrî bû jî weha gotibû: ”Heta ku ez û pkk em hebin dê Barzanî nikaribe dewleta kurdî damezrîne”.

Yalçin Kûçik jî weha gotiye?

”Hakim beg, paşnavê min biçûk e lê ez karên mezin ji bona dewleta xwe dikim. Sibê dê wan gerîlayên qaşo ji bona Kurdistanê şer dikirin, wê bibin parêzvanên gelê tirk û dê di ber komara tirk de xwe bidin kuştin”.

Ev operasyona niha li ser rêvebirên HEVBENDÎyê jî bi me dide zanîn ku dewlet û Evdila Ocalan bi hevre ev organîze kirine.

Ji ber vê girîng û pêwîst e hemî kurdên ji welatê xwe, ji Kurdistana şêrîn hez dikin, divê bi yek helwestê li dij vê destdirêjiya li ser HEVBENDÎyê rawestin. Li qada Şêx Seîd bicivînin, bê ku tiştekî bêjin rûnên û tenê bi nivîsandin bêjin, ”Em daxwaza kesên ku hatine girtinê, bêne azad kirin, dikin”.

Ji niha û pêve divê Kurd vê baş bizanibin ku êdî Evdila û dewlet bi hevrene da ku pêşî li welatparêzin kurd bigirin ku ew xwe bi rêxistinî nekin.

Heger me hê ev fêm nekiribin, ev tê wê wateyê ku me ji siyaseta Kurdistanê jî tiştek fêm nekirine… Li dîroka Evdila û gotinên wî binerin…

Damezrandina pkk yek jê ew bû ku li ser destê wê ciwanên kurd bêne kuştin, talanî û wêranî bibe para. Kurd ji welatê xwe derkevin. Li kuçe û kolanên bajarên tirkiyê bibin mahcîr.

Piraniya daxwazên dewleta tirk li ser destê pkk pêk hatin. Lê dîsa dewlet û pkk bi serneketin. Dîtin û dibînin ku welatparêzên Kurdistanê xwe ji nû de bi rêxistinî dikin. Dixwazin karên ji bona azadiya kurdan bi hevre bimeşînin.

Rêxistin û partiyên Kurdistanî hatin ba hev, bi navê HEVBENDÎyê xwestin bi hevre ji bona daxwazên miletê xwe ê rewa di warê demokratîk de kar bikin. Lê ev jî bi xweşa Evdila neçû loma dewlet agahdar kir ku hê ev HEVBENDÎ di pêçekê de ye, tune bike.

Heger îro Evdila bi rêya dewletê vê dike. Hûn bawer bikin sibê wê wan gerîlayên li serî çiyan, endam û rêvebirên pkk hemî dê bibin parêzgerê dewleta tirk ku êdî ewên bi xwe tevger û berxwedanên bakurê Kurdisanê têk bibin.

Îro vê bi dizî dikin. Tenha li ser gotinên Evdila ye. Lê sibê dê bi aweyekî eşkere gerîlayên ku wê çekên dewletê hilgirin. Êdî dê berê xwe bidin kurdên welatparêz. Kî doza Kurdisanê bikin dê ji teref wan de bêne gulebarankirin.

Heger ji niha de kurdên ji welatê xwe hez dikin, vê nebînin dê sibê gelekî dereng be. Ji ber ku projeya peymana Lozanê ew bû ku di nava sed salan de kurdan bikin tirk, heger vê nekin, kurd dikarin azadî û serxwebûna xwe bi dest bixin.

Peyman qediya ye. Loma ji bona li bakurê Kurdistanê kurd tiştekî bi dest nexin, çi lazim be dê wê bikin. Divê em Kurd jî li gor wê bi hevre tevbigerin. Heger di virde kurd bi aqilana tevnegerin heta sed saleke din, dê kurd weke kurd nemînin. Em ê jî bibin weke, Laz, Çerkez û kêmneteweyên ku tirkan ew kirine tirk.

Loma divê hemî kurd li ser girtina rêvebirên HEVBENDÎyê bifikirin ku ev ne tenê girtina kadroyên wê ne. Ev bi me dide zanîn ku divê kurd êdî bêdeng bin. Evdila Ocalan çi got wê bikin.

Wê karbidestên dewletê tirk ku ji Evdila informasyonê digire, dê sibê kurdan rû bi rûyê xeteriyên mezintir bike. Girtina endamên HEVBENDÎyê destpêkek e. Sibê wê afat û felaketin mezin bînin serê me û miletê me.

Ha em ê çi bikin?

Divê berê kurd bibin xwedî temsîleke neteweyî. Divê li seranserê Ewropa kurd di warê dîplomasiyê xurt bin ku doza gelê xwe bi wan bide zanîn ku armanca girtiyên siyasetmedaran dê li vir naqede…

Rojên xeter li pêş me ne, loma divê em hemî şiyar bin.