Hinek kesayetî hene ku çîroka jiyana wan ne tenê serkeftin e, lê rûmet, berxwedan û dilsoziya neteweyî ye. Malbata Sidiq Torun (Mehmet Siddik Torun / Sid Torun) yek ji wan malbatên hêja ye ku di rojên herî dijwar de jî, bi xîret û hezkirina welat, xewnên xwe li ser axa dûr jî anîne cih.
Di salên 1990î de, dema ku rojê çar-pênc Kurd bi destê dewleta Tirk û saziyên hevalbendên wê dihatin revandin û qetilkirin, zilm û destdirêjiya lepên tarî dirêjî ser millet û welatên me dikir; di salên 1993-1994an de, dewleta Tirk bi saziyên kurdkuj ên xwe re, raserî M. Sidiq Torun û malbata wî jî bû. Dest danîn ser şîrketa wî, konaxên wî û mal û milkê ku ji zaroktiyê ve bi xwêdan û xîreta xwe berhevkiri bû. Sidik Torun mecbûr ma bi pereyê hindik Tirkîyeyê terk bike û berê xwe bide Emerîka.
Ew ji zilma tirkan reviya û piştî demekê li Atlanta, paşê jî li Kalîforniya, Newala Napa (Napa Valley) bi cih bû. Dixwest ku xewnên xwe li wir pêk bîne. Wî digot: “Hey dewleta tirkan nehişt ku ez li Kurdistanê xewnên xwe bînim cih; ezê li vir axekê bikirim, ku bişibe axa Kurdistanê û xewnên xwe bicîh bînim.”
Di sala 2002an de, bi piştgiriya xanima xwe Naciye, erdekî berfireh (nêzîkî 4200-4300 dönûm) li Newala Napa bi 200 hezar dolarî kirî. Axek daristanî, kort û kaş bû, gelek kes digotin “nebe ku tu li vir tiştekî mezin ava bikî”. Lê Sidiq Torun û malbata wî dest bi xebatê kirin. Navê cihê xwe kir “Kurdistan a Piçûk” (Little Kurdistan). Darên fêkî, teba û kevirên ji Bingol, Mêrdîn, Amed û deverên din ên Kurdistanê anîn û bi destê xwe dest bi avakirina xewna xwe kirin.
Îro li wê cotgehê (çewlikê):
Bi hezaran darên zeytûnê (zêdetirî 10-12 hezar), rezên tiriyan, darên tû, gûz, qeysî û gelek fêkiyên din hene. Kargeha rûnê zeytê û şeraba “M.S. Torun” (Sid Torun Winery) ava kiriye.
Ni avakirina Pirtûkxaneyek Kurdî jî didome, heta mehekê wê ew jî biqede. Hemû kevirên avahîya pirtûkxanê ji bakurê Kurdistanê birîye.
Du wargehên mêvanan, rêyên dirêj ên gerê (70-80 mîl) ku li ser wan navên Qazî Mihemed, Mistefa Barzanî, Seyîd Riza, Ehmed Kaya, Yilmaz Guney û zêdetirî 200 navên kurdî hene.
Mûzeyek çandiniyê û dîrokê, bîranînên Nemrût, Hewlêr, Amed, Dersim û zozanên Kurdistanê.
Cihên neteweyî yên ku hişmendiya milî, kevneşopî û rûmeta Kurdan pêşkêş dikin.
Ji ber ku nêzîkî Holîwûdê ye, reklam û mêvanên wî zêde bûn. Sidiq Torun; wek dîplomatekî Kurd û lobiyê Kurdistanê, ji mêvanên xwe re behsa zilma li ser Kurdistanê, hêjayiyên milletê Kurd û dîroka welatê me dike. Bala gelek kesayetiyên Emerîkî, di nav de lîstikvanên wek Sean Connery û Clint Eastwood, kişand. Her sal Festîvala Tûya ya Navneteweyî li wir tê lidarxistin û bi hezaran kes seredana “Kurdistan a Piçûk” dikin.
Îro Kurdistan a Piçûk, bi hemû serkeftinên xwe li Newala Napa li hêviya dost û dilxwazên xwe ye. Ev ne tenê cotgehek e; ev şehadeta berxwedanê, dilsoziya neteweyî û serkeftina ku ji axa welat dûr jî dikare were avakirin e.
Wey tu malbata te her serkeftî bin, kek Sidiq Torun û xanima te Naciye!
Ev çîrok nîşan dide ku herçend zilm û lepên tarî hewl bidin jî, xewnên milletekî ku bi hezkirina ax û rûmetê mezin dibe, nikarin werin tunekirin!
Kurdistan a Piçûk îro li Kalîforniyayê, wek hêviyekê û nîşanekê ji bo hemû Kurdan, bi serbilindî radiweste.