Bûbê Eser
Her serok û rêberek, bi ked û xebatên xwe, cih û meqaman heq dikin. Kesên li cihên bilind rûniştin û heq ji neyên, xwe û xelkê xwe têk dibin.
Kes û kesayetên jîr û zîrek, mafparêz, demokrat, rast û dirist him welatê xwe diparêzin û him jî şexsiyet û rûmeta gel û ya xwe.
Em weke kurd xwedî dîrokek bi êş û azar in. Em bûn xwedî gelek serok û rêberên hêja, xebatkar, xemxwar û parêzvanên gelê xwe. Yek ji wan hêjayan jî serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî ye.
Ez weha bawerim ku piraniya kurdan rêzdar baş nas dikin. Dema cenabê wî çeka ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê hilgirt, ew çek ji bejna wî dirêjtir bû.
Rêzdar di nava şer û tekoşîneke bê hempa de, weke bavê xwe, di zarokitiya xwe de çek hilgirt û bû pêşmêrgeyê welatê xwe. Armanca cenabê wî ya sereke azadî û serxwebûna Kurdistanê bû. Ew roj û ev roj ji bona pêkanîna wê armancê têdikoşe, kar û xebatên bê westan dike. Loma jî bûye xemxwar û parêzvanê gelê xwe.
Her weha cenabê wî di xwendina xwe ya zankoya Emerîkayê de, xwendekarî herî zîrek, jêhatî û têgihiştî bû. Di pola xwe de, xwendekarê herî serketî bû. Bi wê zîrekbûn û têgihiştinê de dema uniwersiteya xwe diqedîne, dîsa weke pêşmêrgeyekî li welatê xwe vedigere û di nava pêşmêrgeyan de cihê xwe digire. Piştî azadiya başûrê Kurdistanê, bi wê têgihiştin û zîrekiya xwe, weke berpirsekî parastinê erka xwe anî cih.
Di dema xwe de ji bona parastina Kurdistanê, cenabê wî bingeheke baş danî da ku Kurdistan her parastî bimîne. Ji ber ku parastina welatan bi saya hêzên parastî bi pêş dikeve û xeterên ku bêne ser welêt, dibîne. Li gor wê jî tedbîrên xwe digire.
Lê rêzdar Mesrûr Barzanî ji bona gelê xwe bêtir kar û xizmetê bike, erka serokwezîrtiyê girt ser milên xwe. Her weha rêzdar bi têgiştina xwe, bi zanebûn û zanyariyên xwe jî ev berpirsiyariya xwe li gor berjewendiya gelê xwe anî û tîne cih. Weke serokwezîrekî gelê xwe ê jêhatî bi awayekî Mililmantî ango mutawazî rojê li devereke welatê xwe ye. Derd, êş û pêwîstiyên welatiyên xwe ji devê wan dibihîze da ku bikaribe arîşe û kêmaniyên hene çareser bike.
Rêzdar Mesrûr Barzanî jî weke bav û bapîrê xwe, li gor destûr û xalên Rêbaza pîroz, erka xwe ya serokwezîriyê, li gor berjewendiya xelkê xwe, aniye û tîne cih. Mejî, bîr û baweriyên wî li gor xalên wê rêbaza pîroz kar dike. Loma erka wî ya sereke bûye xizmetkar û parêzvanê gelê xwe.
Bi wê zanebûn û têgihiştina xwe, ji serowezîrtiyê bêtir bûye weke dadwerekî ku adelet û wekheviyê di nava gelê xwe de belav dike û dide zanîn. Ji ber ku welatekî bê dadwerî û edalet, dê qedera wî têkçûn be.
Ji ber vê ye, hewldanên cenabê wî ew e ku miletê xwe bi awayekî dadwerî li ser asasê adaletek wekhevî û li gor pêkvejiyaneke rastteqîn ku bikaribe herkesan bike xwedî adaletek baş, kar dike. Ji bona ku li Kurdistana azad mafê kes û kesayetan, mafê xelk û kêmneteweyên li Kurdistanê dijîn, neyê xwarin ango weke hev bin, kar dike, xizmetê pêşkêşî hemî hemwelatiyên xwe dike.
Li gor xala pêkvejiyanê ku di rêbazê de hatiye destnîşankirin, miletê xwe heta ku jê tê perwerde dike. Ji ber ku cenabê wî baş dizane ku miletekî bê perwerde û nezan hêsîrê têkçûnê ye.
Lewra em kurd îro bi saya ked û xebatên neviyê Barzaniyê nemir û kurê hîmê dawî ê rêbaza pîroz serok Barzanî, rêzdar Mesrûr Barzanî di bin konê azadî û serxwebûna Kurdistanê de bi aramî dijîn. Heger em kurd jî bi hemî hêz û qawetên xwe, ji cenabê serokwezîrê zîrek û xemxwarê gelê xwe re bibin palpişt, hûn bawerbin dê pişta kurdan zû bi zû nekeve erdê.
Em weke kurdên hemî Kurdistanê û cîhanê şad û bextewarin ku em îro xwedî serokekî weke, Mesûd Barzanî, serokkomarekî weke Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrekî weke Mesrûr Barzanî ne.
Heta cenabên wan, pêşmêrgeyên qehreman û ew Rêbaza pîroz ku xalên wê di nava hemî kurdan de bê zanîn û pêk anîn, hûn bizanibin ku dê Kurdistan jî her parastî be û dê her hebî.
Êdî divê miletê Kurd biryara xwe bide, ya koletî û bindestî, ya jî xwedî li van camêrana û rêbaza pîroz derketandin be ku em jî bighêjin mafê xwe ê rewa. Ew jî serxwebûna başûrê Kurdistanê ye.