Serok Barzanî û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Pîrmamê civiyan

Serok Barzanî û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Pîrmamê civiyan

Serok Mesûd Barzanî, îro Çarşemê (1ê Tîrmeha 2026an) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştîmanî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re kir. Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên piralî û rewşa ewlehiyê ya navçeyê hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye weşandin, di civînê de her du aliyan li ser geşedan û guhertinên dawî yên li herêmê, li gel wan astengiyên ku dibin metirsî li ser tenahî û ewlehiya deverê, dîtin û nêrînên xwe diyar kirin.

Her wiha di rûniştinê de, bal hate kişandin ser girîngiya peywendiyên dualî û tekezî li ser xurtkirina hevahengiya sêalî ya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê de di warên cuda cuda de hate kirin.