Numan Kurtulmuş: Pêvajo bi îradeya Îmraliyê dest pê kir

Numan Kurtulmuş: Pêvajo bi îradeya Îmraliyê dest pê kir

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî “Merasîma Bibîranîna Hz. Nûh” bû û derbarê qanûna çarçove ya pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyên girîng dan. Kurtulmuş destnîşan kir ku ev pêvajo bi îradeya Îmraliyê dest pê kiriye û hêviya xwe anî ziman ku mijar berî betlaneya parlamentoyê were çareserkirin.

Kurtulmuş bal kişand ser helwesta PKKê û ragihand ku li gora çavdariyên wan, biryardariya rêxistinê ya di vê mijarê de temam û zelal e. Serokê Parlamentoyê got:

“Îmraliyê ragihand ku serdema şerê çekdarî bi dawî bûye û cihê çekan nîne; ji niha û pê ve dê têkoşîneke demokratîk dest pê bike. Heke rêxistinê îradeyeke wiha nîşan nedaba û biryara ‘nehiştina rêxistinê’ tune bûya, destpêkirina vê pêvajoyê ne pêkan bû.”

Kurtulmuş her weha diyar kir ku lihevkirina partiyên siyasî di bin banê komîsyonê de nîşaneya herî mezin a biryardariya siyasî ye û bang li hemû aliyan kir ku li dijî provokasyonan baldar bin û zimanê aştiyane biparêzin.

Serokê Parlamentoyê derbarê naveroka qanûna ku tê amadekirin de agahiyên teknîkî parve kirin û destnîşan kir ku ev rêzikname nabe efûyeke giştî. Xalên sereke yên qanûnê wiha hatin rêzkirin:

Qanûn dê ne daîmî be, ji bo demekê (wek 6 meh, 8 meh an salekê) sînor barkirî be.

Tenê ew endamên ku çekên xwe deynin û dest ji çalakiyên rêxistinî berdin dê bikaribin ji vê qanûnê sûdê wergirin.

Temamkirina pêvajoya vegerê û bêçekkirinê di dema herî nêz de ye, bêyî ku dem were dirêjkirin.

Kurtulmuş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke partiyên li parlamentoyê berî amadekirina qanûnê li hev bikin, derketina wê ya ji parlamentoyê dê pir hêsantir bibe.