Lûtkeya NATOyê li Enqereyê: Trump gihîşt Tirkiyeyê û îsraîl dixwaze firotina F-35an bête rawestandin

Lûtkeya NATOyê li Enqereyê: Trump gihîşt Tirkiyeyê û îsraîl dixwaze firotina F-35an bête rawestandin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ji bo pişkdarîkirina di Lûtkeya 36an a Hevpeymaniya Bakurê Atlasî (NATO) de, îro Sêşemê (7ê Tîrmeha 2026an) piştî nîvro bi serdaneke fermî gihîşt Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Hevdem li gel destpêkirina lûtkeyê, Sekreterê Giştî yê NATOyê îmzekirina çend girêbestên mezin ên leşkerî ragihand, herwiha Îsraîlê jî nerazîbûna xwe ya tund li dijî daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo kirîna balafirên şer ên pêşkeftî F-35 nîşan da.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, di roja yekê ya lûtkeyê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku welatên endam û kompaniyên her du aliyên deryaya Atlantîkê, bi bihayê bi milyaran dolaran girêbestên nû yên leşkerî îmze dikin.

Rutte bal kişand ser metirsiyên gerdûnî û hişyarî da welatên endam û ragihand: “Rûsya, Çîn, Koreya Bakur û Îran bi hev re kar dikin û di warê serbazî de veberhênanên berdewam dikin. Divê NATO li hember vê hevahengiyê hişyar û çavekirî be, ji ber ku berjewendiyên NATOyê di xeyala wan de nînin.”

Beriya destpêkirina lûtkeyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi daxuyaniyeke fermî bang li Amerîkayê kir ku balafirên şer ên F-35 an jî perçeyên wan nede Tirkiyeyê. Netanyahu di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala “Fox News”ê de destnîşan kir ku ev pêngav dê serdestiya asmanî ya Îsraîlê bixe bin metirsiyê.

Netanyahu got: “Ez wisa nafikirim ku pêdivî be balafirên F-35 an jî motorên balafirên şerî bidin Tirkiyeyê. Ev yek dê hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn têk bide. Ji bo me, misogerkirina serdestiya esmanî ya Îsraîlê û amadehiya Amerîkayê li herêmê girîng e.”

Li aliyê din, Berpirsê Ragihandinê yê Serokatiya Komara Tirkiyeyê Burhanedîn Duran, girîngiya serdana Donald Trump a ji bo Enqereyê nirxand. Duran diyar kir ku her du welat wekî du hevpeymanên nêzîk û stratejîk tevgerê dikin.

Duran anî ziman ku di vê serdanê de têkiliyên dualî yên di warê berevanî, bazarganî û veberhênanê de dê werin gotûbêjkirin û ev lûtke dê bibe fersendeke girîng ji bo peydakirina nêrînên hevpar li ser mijarên herêmî û gerdûnî.