PWK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bi rêzdarî bi bîr tînin

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 89emîn salvegera qetilkirina serok û rêberê neteweyî yê Tevgera Neteweyî ya Kurd a Koçgirîyê, Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê, peyameke bîranînê belav kir.
PWKê di daxuyaniya xwe ya fermî de ku îro, 9ê Tîrmeha 2026an, hate weşandin, bal kişand ser berxwedana dîrokî ya her du rêberên Kurd û wiha got:
“Serokê Tevgera Neteweyî ya Kurd a Koçgirîyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim, hevjîna wî ya têkoşer û kadroya rêber a tevgerê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgirîyê, teslîmî Dewleta Tirkîyeyê nebûn û bi salan li çîyayên Dêrsimê jîyan.”
“Bi Xiyanetê Hatin Şehîdkirin û Cihê Termên Wan Windaye”
Di peyama PWKê de hate bibîrxistin ku Dewleta Tirkîyeyê di dema amadekarîyên jenosîda berfireh a li Dêrsimê de, weke gava yekem her du rêber kirine armanc. Daxuyaniyê bi vî rengî behsa hûrgiliyên bûyerê kir: “Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg û sîxurê dewletê bû, di 9ê Tîrmeha 1937an de ev xiyanet pêk anî, Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim bi destê vî sîxurî hatin şehîdkirin û serê wan hatin jêkirin da ku radestî rayedarên dewletê bikin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî derbasbûna 89 salan jî, heta roja îro cihê gor an jî termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê nayê zanîn.
Buroya Ragehandinê ya PWKê di dawiya peyama xwe de rêzdariya xwe ji bo bîranîna wan nîşan da û got: “Em di 89emîn salvegera şehadeta wan de, Elîşêr Beg, Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî û rûmet bibîr tînin.”