Piştî pêvajoya aştiyê 219 endamên PKKê çek danîn

Piştî pêvajoya aştiyê 219 endamên PKKê çek danîn

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Mistefa Çîftçî amarên fermî yên salekê yên piştî pêvajoya nû ya aştiyê û biryara çekdanînê ya PKKê eşkere kirin. Çîftçî ragihand ku di dema salekê de 219 çekdarên PKKê bi rêya danûstandin û razîkirinê çekên xwe danîne û xwe radestî hêzên ewlehiyê kirine.

Wezîrê Navxwe Mistefa Çîftçî, îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) di bernameyeke zindî ya televizyoneke Tirkiyeyî de nirxandin bo pêşkeftinên dawiyê yên welat kir. Çîftçî destnîşan kir ku qonaxa “Tirkiyeya bêteror” bi rengekî serkeftî berdewam e û got:

“Ji 12ê Gulana 2025ê ve, dema ku komên girêdayî PKKê biryara çekdanînê dan, heta niha 219 endam bi rêya guftûgo û razîkirinê vegeriyane û xwe radestî dewletê kirine.”

Ev daxuyaniya wezîr, wekî yekem amara fermî ya Dewleta Tirkiyeyê tê hesibandin ku encamên serbazî û ewlehiyê yên piştî biryara çekdanînê ya sala borî (Gulan 2025) nîşan dide.

Xalên Ewlehiyê Tên Rakirin û Aborî Geş Dibe

Wezîrê Navxwe eşkere kir ku ji ber binecihbûn û sepandina aramiya li herêmê, wî ferman daye ku ew xalên pişkinînê û ewlehiyê yên ku êdî pêdivî pê nemaye, yek bi yek bên rakirin.

Çîftçî wekî nimûne behsa rakirina xaleke kontrolê ya giring li sînorê qezaya Şemzînanê kir û tekez kir ku ev biryar ne girêdayî NATOyê ye; tenê biryareke navxweyî ya wezareta wan e da ku hatin û çûna welatiyên herêmê hêsantir bibe.

Mistefa Çîftçî li ser rewşa nû ya deverên sînorî wiha axivî:

“Em li vir behsa bidawîhatina qeyd û zincîreke 50 salî dikin. Bihêzbûna rewşa ewlehiyê rê li ber geşbûna çalakiyên çandî, werzişî û geştiyariyê vekiriye. Çêkirina festîval û şahiyên ku berê ji ber şer û aloziyan wekî ‘xewn’ dihatin dîtin, îro li van herêman dibin rastî.”

Paşxaneya Pêvajoya Nû ya Aştiyê

Pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê piştî destpêşxeriya Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî ya di 26ê Mijdara 2024ê de dest pê kiribû.

Pêngava herî mezin û qulpekî giring di nava rojên 5-7ê Gulana 2025ê de hat avêtin; gava ku PKKê di kongreya xwe ya 12ê de bi fermî biryara bidawîanîna xebata çekdarî û xwehilweşandinê da. Wezîrê Navxwe di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku wezareta wan bi hûrgilî çavdêriya vê pêvajoyê dike û ji bo dabînkirina ewlehî, aborî û geştiyariya herêmê pêngavên hîn mezintir di rojevê de ne.