Nêçîrvan Barzanî: Lindsey Graham dostekî binirx ê gelê kurd bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hevxemiya xwe ya kûr bo koça dawî ya Senatorê naskirî yê Amerîkayê Lindsey Graham nîşan da û ew wekî dostekî binirx û dilsoz ê gelê Kurd bi nav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê (12ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”ê peyameke hevxemiyê belav kir û ragihand:
“Bi xem û kovaneke mezin ve min nûçeya koça dawiyê ya senator Lindsey Graham bihîst, ku dostekî binirx ê gelê Kurdistanê bû. Helwest û piştgiriya bêrawestan û nesekinî ya wî senatorî bo Kurdistanê dê her tim bi rêz ve di bîranînan de bimîne. Ez ji dil sersaxiyê ji malbat, dost û hevkarên wî re dixwazim.”
Ev peyam piştî daxuyaniya fermî ya Nivîsîngeha Senatorê Partiya Komarî hat belavkirin. Nivîsîngeha Graham ya li wîlayeta Karolînaya Başûr diyar kir ku senator Lindsey Graham, duh şemiyê (11ê Tîrmeha 2026ê) danê êvarê ji ber nexweşiyeke kurt û ji nişkê ve, di 71 saliya xwe de koça dawî kiriye.