Serok Barzanî: Navê Lindsey Graham dê her tim di bîrdanka gelê Kurdistanê de bilind bimîne

Serok Barzanî: Navê Lindsey Graham dê her tim di bîrdanka gelê Kurdistanê de bilind bimîne

Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta koça dawî ya Senatorê naskirî yê Amerîkayê Lindsey Graham peyameke sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de Graham wekî “piştgirekî wefadar” ê mafên gelê Kurd bi nav kir.

Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê (12ê Tîrmeha 2026ê) di peyama xwe ya hevxemiyê de ragihand:

“Gelek bi mixabînî ve nûçeya koça dawiyê ya dostê gelê Kurd senator Lindsey Graham gihîşt min. Nav û helwestên Lindsey Graham wekî piştgirekî wefadar ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her tim di bîrdanka xelkê Kurdistanê de bilind bimînin.”

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de hevxemî û sersaxiya xwe arasteyî malbat, dost û kesûkarên wî kir û diyar kir ku ew hevparê xema wan e.

Ev daxuyanî piştî daxuyaniya fermî ya Nivîsîngeha Senatorê Partiya Komarî hat belavkirin. Nivîsîngeha Graham ya li wîlayeta Karolînaya Başûr diyar kir ku senatorê 71 salî, duh şemiyê (11ê Tîrmeha 2026ê) danê êvarê ji ber nexweşiyeke kurt û ji nişkê ve koça dawî kiriye.