Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi şandeke bilind re ber bi Amerîkayê bi rê ket

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî, serê sibeha îro Duşemê (13ê Tîrmeha 2026ê) bi serdaneke fermî û bi serokatiya şandeke bilind a hikûmî, aborî û darayî berê xwe da paytexta Amerîkayê (Waşinton). Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîr ragihand ku armanca sereke ya vê serdanê, guhertina forma peywendiyên her du welatan e ji hevahengiya leşkerî û ewlehiyê ber bi hevpariyeke aborî ya demdirêj.
Ev serdana Serokwezîr Zeydî rojeveke berfireh a girêdayî warên aborî, veberhênan û teknolojiyê dihewîne. Di warê enerjiyê de, alî dê li ser pêşxistina zeviyên petrol û gazê, lezkirin di pêvajoya veberhênana gaza hevpêç de ji bo kêmkirina ziyanên samanên xwezayî û berfirehkirina pişkdariya kompaniyên Amerîkayî gotûbêjan bikin. Her weha hevkariya ligel kompaniyên Amerîkayî bo çêkirina westgehên nû yên berhemanîna enerjiyê, pêşxistina torên veguhastinê û veberhênana di enerjiya paqij de di rojevê de ye.
Yek ji xalên herî stratejîk ên serdanê, nîqaşkirina pêşniyara çêkirina sindoqa hevpar a “Enerjî û Pêşxistinê” ye, daku parek ji dahata petrolê bo fînansekirina projeyên stratejîk (wekî rê, xetên trênê, bender û bajarên pîşesazî) bê terxankirin. Di heman demê de, şanda Îraqî hewl dide teknolojiya pêşkeftî ya Amerîkayî di warên pîşesazî, ewlehiya sîber (Cybersecurity), hikûmraniya dîjîtal û zîrekiya destçêkirî (AI) de bîne nav welat.
Li aliyê din, di hevdîtinan de dê qonaxên çaksaziyê yên di kerta bankî ya Îraqê de û girêdana wê bi sîstemên darayî yên cîhanî re werin nirxandin ji bo wergirtina baweriya veberhênerên biyanî. Ji bo vê armancê, Serokwezîr dê hejmarek hevdîtinan ligel Jûra Bazrganiyê ya Amerîkayê û kompaniyên mezin ên ku dixwazin di bazara Îraqê de kar bikin, encam bide. Di warê civakî de jî pêşxistina pîşesaziya xwarinê û bihêzkirina şiyanên mirovî di warê perwerde û tenduristiyê de babetên sereke ne.
Ev serdana dîplomatîk û aborî ya Serokwezîr Elî Zeydî di demekî de pêk tê ku li navxweyî ya Îraqê operasyoneke berfireh û mezin a dijî gendeliyê birêve diçe. Ev operasyon piştî girtin û lêkolîna ligel Wekîlê Wezîrê Petrolê bo Karûbarên Parzinîngehan Ednan Cumeylî dest pê kiribû. Di encama vê pêla çaksazî û paqijiyê de, heta niha bi dehan parlamenter, serokên partiyan û berpirsên bilind ên ku navên wan di nav doseyên gendeliyê de derbas dibûn, hatine girtin.