PWK: Me jenosîda Geliyê Zîlanê ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin jî

Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), îro Duşemê (13ê Tîrmeha 2026ê) di salvegera 96an a Jenosîda Geliyê Zîlanê de daxuyaniyeke fermî bi sê zimanan (Kurmancî, Zazakî û Tirkî) belav kir. PWKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan ev jenosîda mezin ji bîr nekiriye û tu carî ji bîr nakin jî.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev komkujiya hov di serdema Serhildana Agiriyê de, di 13ê Tîrmeha 1930an de bi fermandariya General Salih Paşa, Fermandarê Kolordiya Dewleta Tirkiyeyê, li Geliyê Zîlanê hatiye kirin. PWKê diyar kir ku di encama vê qirkirinê de nêzîkî 15 hezar Kurd ku di nav wan de zarok, jin, pîr û dergûşên nûbûyî hebûn, bi awayekî hovîtî hatin qetlkirin û 44 gundên herêmê bi temamî hatin şewitandin.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştî derbasbûna 96 salan, qesas û berpirsên vê jenosîdê rûreş û şermezar kir. Di dawiya daxuyaniya buroya ragihandinê de hat ragihandin ku ew wekî malbata şehîdan vê jenosîda mezin di bîra xwe de zindî dihêlin û hemû Şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.