Daxuyaniyek mîna henekan ji rêveberiya KCKê; Me Tirkiye li dijî Îsraîlê hişyar kir: “Tirkiye konjonktûrê şaş di xwîne.”

Rêveberên PKKe ya hilweşyayî bi daxuyaniyên xwe yên ku îdia dikin ku ew “ji bo ku Tirkiyê li ser piyan bihêlin” dixebitin û li dijî Îsraîlê ne, dibe mijara çapemenîyê. Di demên dawî de, endamê Konseya Rêveber a KCKê Xebat Andok Tirkiyê li dijî xetereyan hişyar kir û îdia kir ku Tirkiye konjonktûrê şaş dixwîne.
Rêberên PKKê, di serî de Evdila Ocalan, û derdorên Partiya DEMê li Bakur, her tim îdia dikin ku siyasetek li dijî Dewletên Rojava û Îsraîlê dimeşînin û hewl didin ku di nav dewleta Tirkiyê de cih bigirin. Rêberên PKKê Îsraîlê wekî çavkaniya hemû xerabiyan nîşan didin û her tim palpiştîya Tirkiyê dikin ku nehêle Îsraîl Kurdistanekê ava bike. Ew hewl didin ku bi daxuyaniyên wekî “Xeterek ji bo Tirkiyê heye, ew ê Tirkiyê hilweşînin, Îsraîl dê Kurdistanê ava bike” erkaTirkperstîyê tev digerin. Di heman demê de, Tirkiye, dema ku hewl dide ku Kurdan li dijî dewletên Rojava û li dijî Îsraîlê rake, bi çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi her du hêzan re pozîsyona xwe xurt dike. Ocalan û PKKe li hemberî helwesta wan a dijî welatên Rojava û dijî Îsraîlê ya li hember Kurdan daxwazan ji Tirkiyê dikin. Xabat Andok di hevpeyvîna xwe de ev yek dubare kir.
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Xebat Andok di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a PKKê ANFê re li ser gefên Îsraîlê hişyarî da Tirkeyê û got, ” Îsraîlê dev ji hegemonya xwe ya ser Rojhilata Navîn de neberda ye. Konjonktura 2024an hêj jî berdewam dike. Mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hîn gûncaw in.”
Xebat Andok diyar kir ku PKKê nîşan daye ku “di stratejiya xwe ya guhertin û veguherînê de çiqas bi israr û biryarder e” û got ku “wekî tevger, me her tiştê ku ji destê me tê me kiriye” ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokrasiyê li Tirkiyê. Wî her wiha diyar kir ku wan “hemû hincetên” ku Tirkiyê di derbarê neçareserkirina pirsgirêka Kurd de me ji dest wan girtîye. Û her wiha Andok bi ûslubekî weke ku Dewleta Kûr a Tirkiyê lawaz dibîne, xwest aqil bide Tirkîyê.
Xebat Andok diyar kir ku ew we dibîn in ku îsadeya biryardayînî ya hûkumetê ne weke rojên pêşî bi hêz e. “Wisa xuya dike ku dewleta Tirk konjonktûrê li ber çavan nagire. Dema ku ev pêvajo dest pê kir, hate gotin ku Erdogan û Baxçelî bi hev re axivîn û ev yek wekî projeyek dewletê hate pêşkêş kirin. Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk konjonktûra wê serdemê wekî gefek ji bo xwe dît û li gorî wê hin gav avêtin û hin bangawazî kirin. Rêbertiya me jî bersiva van bangan da. Lê wisa xuya dike ku ew êdî wê konjonktûrê wekî berê nanirxînin. Ew difikirin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heman gefên berê li ser dewleta Tirk çênake. Ger rewş ev be, ev şîrovekirinek pir xelet e, mimkun e ku mirov vê yekê bibêje. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hîn jî şerek e ku carinan germ e, carinan sar e.” Andok her wiha diyar kir ku biryarên derbarê hegemonyaya Îsraîlê li Rojhilata Navîn de nehatine betalkirin û got, “Konjonktura 2024 an hî jî berdewam dike. Mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hîn jî ji holê nerabû ne.”