10 sal bi ser hewla derbeya serbazî ya 15 Tîrmeha 2016 ya Tirkiyê re derbas dibin

Deh sal bi ser hewla derbeya serbazî ya 15 Tîrmeha 2016 ya Tirkiyê re derbas dibin. Li gel derbasbûna deh salan, operasyonên desteserkirina kesên bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen didomin. li gor datayên fermî, nêzîkî du milyon kes ji derbeyê rasterast bibandor bûn.
Îro 10 sal di ser hewla darbeya serbazî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an re derbas dibin. Di wê şeva bi xwîn de, ku çendîn navendên stratejîk ên mîna Parlemen, Koşka Serokomariyê û Pira Bosforê hatin hedefgirtin, nêzîkî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 3 hezar kes jî birîndar bûn.
Li gorî daneyên fermî, di nava deh salên borî de nêzîkî 2 mîlyon kes rasterast ji encamên hewla darbeyê û pêvajoya “Rewşa Awarte” bibandor bûne. Amarên giring ên vê serdemê weha ne:
– Lêpirsîn: Derbarê zêdetirî 720 hezar kesan de lêpirsîn û doz hatin vekirin.
– Cezakirin: Zêdetirî 127 hezar kes bi cezayên cuda hatin siza kirin.
– Jikarderxistin: Zêdetirî 125 hezar fermanberên dewletê ji kar hatin dûrxistin ku ji wan 56 hezar efser û polîs bûn.
– Girtî: Niha zêdetirî 10 hezar kes di girtîgehan de ne û ji wan 3 hezar kes bi cezayê heta-hetayê hatine mehkûmkirin.
AK Partî û rayedarên dewletê hewla darbeyê wekî “projeyeke FETO ya ji bo hilweşandina Tirkiyeyê” pênase dikin. Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala diyar kir, wan ev rêxistin ji nava dewletê paqij kiriye.
Wezîrê Bergiriyê Yaşar Guler jî bal kişand ser berxwedana milet û got: “Wê şevê nîşan da ku dewleta xwedî piştevaniya milet be, bi ti hêzan nayê hilweşandin.”
Hewla darbeyê ne tenê di warê serbazî de, lê di warê siyasî de jî bû werçerxeke mezin. Sê meh û nîv piştî darbeyê, parêzbendiya parlamenteran hat rakirin. Di encamê de Hevserokên wê demê yên HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ligel hejmarek parlamenterên HDP’ê hatin girtin û hîn jî di zindanê de ne.
Her wiha, bi referanduma sala 2017’an, Tirkiye ji sîstema parlementerî derbasî “Sîstema Serokatiyê” bû ku ev wekî mezintirîn guherîna hikumraniyê ya di dîroka komarê de tê qebûlkirin. Operasyonên li dijî kesên bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen, piştî 10 salan hîn jî berdewam dikin.