Miletek bi çiyê xwe heye???

Bûbê Eser
Miletek dema xwedî li normên xwe yên neteweyî derkeve, dikare bijî û li ser nigên xwe bisekine. Dema ev pîvan tune be, ew milet roj bi roj berbi tunebûnê ve dihare. Lewra gelekî girîng e ku divê ev normana bê parastin.
Îro rewşa bakurê Kurdistanê weha ye ku parastina van normana hema hema nema ne. Ji ber ku dewleta dagirker û pkk bi hevre xebitîne û lê dixebitin ku tu normên neteweyî di nava kurdan de nemîne. Ji ber ku ew baş dizanin dema norm nemîne gav bi gav ew milet jî berbi tunebûnê ve dihare.
Yên normên neteweyî xurt dike, li ser nigan dihêlin, dengbêj, stranbêj, nivîskar û folklora wî miletî ye. Yên van normana jî diparêzin ew bi xwe ne. Lê ew jî bi tena xwe nabe. Lewra îro vana yek jî nikarin bi van xebatên xwe bijîn. Dema nikaribin bijîn jî dê ne berhemdar bin. Dema ne berhemdar jî bin, ziman, adet, tore û hizra neteweyî roj bi roj zeîf dibe.
Dema berhemên nû neyên afirandin, ziman dimre, dema ziman mir ew netew û ew milet jî dimre. Ji ber vê ye îro bakurê Kurdistanê, li ser pira silatê ye. Ya wê bikeve û di nava êgirde bişewite ya jî bi saya hewldan û zorê dê pirê derbas bike û bijî.
Ev jî girêdayê kirîna berhemên nivîskarên Kurd yên bi kurdî ye. Alîkarî û piştgiriya hunermend, dengbêj, stranbêj û folklora kurdî ye.
Li ser navê miletekî sî milyonî, heger nivîskar û hunermen nikaribin li ser keda xwe bi rehetî bijîn, divê em weke milet li ser vê rawestin. Weke partiyên siyasî divê ev bikeve bernameyên wan. Lê nebûme şahîd ku yek partiyên me yên siyasî li ser vê mijarê sekinîne, nerîn û dîtinên xwe ji raya giştî û hevalbendên xwe re diyar kirine. Em berhemên xwe belaş jî ji wan re dişînin, lê zehmetiyê nakin ku du rêzan li ser wan binivîsînin…
Heger her partiyeke me ya sîyasî û Kurdistanê 10 pirtûkên nivîskarên kurd û deh CD yên hunermend û dengbêjin xwe bikirin evê bibe alîkarî û piştgiriyeke baş ji bona wan. Hem jî ev ê bibe hewldaneke ku endamên wan jî xwe fêrî kirîna berhemên nivîskar û hunermendên xwe bikin.
Em hemî dizanin ku bê piştgirî tu kar bi sernakev e. Nivîskarek û hunermendek tenê di qaliqê xwe de bimîne, wê bi pêşnekevin. Nebipêşketina wan jî divê em ji bîr nekin ku ziman û hunera kurdî jî hêdî hêdî wenda dibe.
Bala xwe bidinê ku îro li tirkiyê hêla bahra reş miletekî ne tirk bi navê LAZ dijîn an dijiyan. Lê tirkan çi kirin, bi awazên wan tirkî stran û ew jî li ber wî awazî bi tirkî reqs an folklora xwe dikin. Piştî demeke dûr û dirêj an piştî sed salan niha ew çanda bûye ya tirkan.
Ez ji vê yekê bawerim ku dê di roj û salên pêş de wê li ya kurdan jî weha bikin. Wê bi meqam û awazên kurdî û bi gotinên tirkî muzika kurdî jî bikin ya xwe. Dema govend jî li gor gotinên tirkî bê kirin aha ji we re êdî stran û govendên kurdî piştî demeke dirêj wê weke ya LAZan bibin ya tirkan.
Ji ber vê girîng e ku divê em bi gelemperî xwedî li nivîskar û hunermendên kurd derkevin. Ez şahidê wê yekê me ku gelek nvîskar û hunermend ji ber nikare xwe bi vê keda xwe, xwedî bikin dev ji wê berdidin û diharin di karên resturantande an di daîreyên dewletê de kar dikin. Bi vê jî ziman û hunera kurdî roj bi roj dimre.
Çareserî:
Ez dizanim ku rewşa partiyên me yên siyasî a aborî ne baş e. Nikarin hunermend û nivîskarên xwe xwedî bikin, lê mixabin berhemên wan jî nakirin û nafroşin. Divê vê bikin.
Ya din divê şev û şahiyan ji bona wan amade bikin û hatina wan şev û şahiyan divê ji wan nivîskar û hunermendan re bin. Lê partiyên me vê jî nakin. Çi dikin? Peran ji wan top dikin û pê diharin şîn û şahiyan, hevdîtin û civînên bê encam.
Heger partî, şexs, kes û kesayetiyên me xwedî li nivîskar û hunermendê xwe dernekevin, wê roj bê êdî em ê hesreta guhdariya hunermendeke ku bi kurdî distrê, bin. Em ê li berhemên nivîskarên xwe yên kurd û xwedî mijarên girîng bigerin.
Piraniya me, em dibêjin: Dîroka me ji teref dagirkeran ve hatiye û tê nivîsîn. Lê îro alîkarî û piştgirî hebe, yên dikarin dîroka me binivîsînin gelek in. Yên dikarin bi berhemên xwe yên kurdî zimanê şêrîn bi pêşve bibin pir in. LÊ…