Dogu Perinçek: Dewleta Tirk dê li demekê nêzîk Ocalanî berde û bikar bîne

Siyasetmedarê Tirk Dogu Perinçek ragihand; dewleta Tirk niyaz heye li demekê nêz Abdulla Ocalan berde û got: dewlet dê wî derxîne ser şaşeyan û ew dê bibîje: “çekên xwe deyinin, û me xeletî kir”.
Dogu Perinçek di hevdîtneke telefizyonî de amaje bi helwesta Ocalan kir ku gotibû “min wekî amûrekî bikar bînin” û diyar kir ku dewlet dê wî bikar bîne da ku bibêje “çekên xwe deyinin” û “me xeletî kir”.
Perinçek di bersiva pirsekê de gelo ka Ocalan dê pêvajoyeke nû ya bêçekkirinê bide dest pê kirin? Got: “hûn dê li demekê nêz bînin ka dê çi rû bide”.
Dogu Perinçek herweha amaje bi bersiva Qendîlê kir ku berê gotibû dewlet Ocalanî mecbûrî axaftinê dike ji bo ku PKKê parçe bike û ji holê rake.
Hêjay gotinê ye, Dogu Perinçek çendîn salan berê ev gotin kirine, Perinçek li wê demê eşkere û vekirî behsa bûyerên van du salên rabûrî û pêvajoya xapandina kurdan ya li jêr navê “pêvajoya çareseriyê” kirbû, her wiha pîlanên jêr bi jêr yên Ocalan û dewletê.