Kurtulmuş dem eşkere kir: Projeqanûna pêvajoya aştiyê vê hefteyê tê pejirandin

Kurtulmuş dem eşkere kir: Projeqanûna pêvajoya aştiyê vê hefteyê tê pejirandin

Tê çaverêkirin ku di nava vê hefteyê de projeyasaya çarçoveya “Pêvajoya Aştiyê” bi fermî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bê kirin û beriya destpêkirina werzê bêhnvedanê bi yekcarî bê pejirandin. Li gorî agahiyên di medyayên nêzîkî desthilatê de hatine belavkirin, ev pêşniyar bi ti awayî Rêberê PKKê Abdullah Öcalan, serkirdeyên payebilind ên rêxistinê û wan kesên ku cezayê girtina hetahetayê ya giran li ser wan heye, venagire.

Li gorî naveroka vê projeyê, ew endamên PKKê yên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê, heger destê wan di ti tawanên kuştin û tundûtûjiyê de tune be, di çarçoveya pîvanên poşmaniyê de nayên cezakirin. Dê ji bo van kesan heyameke çavdêriyê ya dadwerî ku di navbera 3 heta 5 salan de ye bê sepandin û di vê pêvajoyê de mafê wan tune ye ku di saziyên hikûmî de bixebitin an jî çalakiyên siyasî bimeşînin. Cîbicîkirina van gavan bi mercê piştrastkirina MÎT û Artêşa Tirkiyeyê û erêkirina fermî ya Encûmena Ewlekariya Neteweyî (MGK) ve hatiye girêdan.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku ev pêngav qanûneke çarçoveyî, demkî û serbixwe ye û bi ti awayî ne lêborîneke giştî ye. Kurtulmuş tekez kir ku tê çaverêkirin di vê hefteyê de proje bigihe parlamentoyê, ji bo komîsyonên pêwendîdar bê veguhestin û berî ku meclis bikeve bêhnvedanê danûstandin li ser bên kirin û bê qebûlkirin.

Ev geşedana yasayî piştî hewldanên ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê ku ji dawiya sala 2024an ve bi banga Serokê MHPê Devlet Bahçeli ya ji bo hilweşandina PKKê dest pê kiribûn, wekî gavên pratîkî yên yekem têne nirxandin.