Destên qirêj yên PKKê qirrka zarokên Rojava bernadin: Ciwan û Zîlan jî revandin

ciwan-zilan-net

Çeteyên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” du zarokên din yên Kurd ji bajarê Kobanê revandin û bo bingehên leşkerkirina bi zorê veguhestin.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, çeteyên PKKê ku bi “Ciwanên Şoreşger” tên naskirin, li 12 Tîrmeha îsal 2026ê du zarokên din yên Kurd ku temenê wan 12 û 13 salî ne, ji bajarê Kobanê revandin û bo bingehên leşkerkirina bi zorê ew veguhistin.

Zarokên revandî bi navên “Ciwan Hikmet Îbrahîm” ku temenê wî 12 sal in û “Zîlan Ehmed Reşo” temen 13 sal tên naskirin.

“Ciwan Hikmet” ji gundê Degirmanê ye û “Zîlan” jî ji gundê Yaremezeyê ye, bavê wê şervanê HSDê ye û li snorê bajarokê Dêrhafirê di erka xwe de bû.

Piştî bûyerên 6î Kanûna 2026ê û vekêşana HSDê ji bajarokî Dêrhafirê, çarenûsa bavê “Zîlanê” nediyare û nayê zanîn eger di jiyanê de mabe yan bi dîl hatîye girtin.

Tevî ku malbata “Zîlanê” qurbanî bo HSDê û Rojavayê Kurdistanê dane, lêbelê tevgera “Ciwanên Şoreşger” rêz li qurbanîdana vê malbatê negirtiye û keça wan revandiye.

“Ciwanên Şoreşger” rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast ya “Cemîl Bayîk” tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.

Ji dawîya sala rabûrî 2025ê ve, vê tevgerê bi dehan zarokên Kurd ji Kobanê û gundên derdûr revandine û tevî banga malbatên wan, lêbelê hêjan jî çarenûsa piranîya wan nediyar e.