Serokwezîrê Iraqê li Enqereyê ji aliyê Erdoğan ve hate pêşwazîkirin

Serokwezîrê Iraqê li Enqereyê ji aliyê Erdoğan ve hate pêşwazîkirin

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî ji bo pêkanîna serdaneke fermî gihîşt Enqereya paytexta Tirkiyeyê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan ve bi merasimeke fermî hate pêşwazîkirin. Ev serdana fermî ya şanda Iraqî di çarçoveya hewldanên her du welatan de tê ku armanca wê ya sereke xurtkirina peywendiyên aborî, siyasî û ewlehiyê ye.

Tê çaverêkirin ku di civînan de dîtina çareseriyên mayînde bo wan dosyayên ku ev demeke dirêj e di navbera Bexda û Enqereyê de tên nîqaşkirin, bibe rojeva sereke. Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî li ser hesabê xwe yê fermî yê torên civakî girîngiya vê serdanê diyar kir û ragihand ku ew li Enqereyê ne ji bo gotûbêjkirina dosyayên veberhênanê, krîza avê, Projeya Rêya Pêşxistinê û xurtkirina îstîqrar û tenahiya herêmê.

Zeydî her wiha destnîşan kir ku di hevdîtinan de dosyayên girîng ên aborî û ewlehiyê li ber ronahiya berjewendiyên hevpar ên her du gelên cîran tên nirxandin. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku her du alî bi hûrgilî li ser mijarên wekî parvekirina pişka ava rûbarên Dîcle û Firatê, parastina ewlehiya sînoran û avêtina pêngavên kiryarkî ji bo bicihanîna Projeya Stratejîk a Rêya Pêşxistinê bisekinin.