Ocalan: Pêwîst e netewperistên Kurd werin rawestandin

ocalan-buldan-info

Di civîna Îmraliyê û heyeta DEM Partiyê ya 28’ê Nîsana îsal 2026’an de, Abdullah Ocalan eşkere û vekirî got: “Pêwîst e neteweperestên Kurd werin rawestandin”.

Deqê axaftina Ocalan:

“Wekî rêzdar Pervînê jî niha amaje pê kirî, pêwîst e neteweperwerên Kurd werin kontrolkirin û rê li wan were girtin ku xwe birêxistin bikin. Kesayetiyên wek Kemal Burkay û Îbrahîm Güçlü vê rêbazê pêşve dibin. Hemreş Reşo hebû; ew Barzanî bû û wî Mustafa Barzani wekî rêberê xwe pênase dikir. Wî çendîn ziman dizanîn û dakokî ji otonomiya Kurdî dikir. Min jî li Şamê xebat li dijî wî dikir.”

Çavkanî: Civîna Îmraliyê ya Ocalan – Beşa duyemîn, 28’î Nîsana 2026’an. Rapora taybet ya Mahmud Oral, Ajansa Nûçeyan ya Sur.

Ev ne cara yekemîn e Ocalan li dijî neteweperest û welatparêzên Kurd tev digere, wî li destpêka salên 2000’î jî gotibû: “Heger ne ji min ba, da neteweperestiya Kurd gelek geş bibe, ez li dijî her cure neteweperestiyekê me.”!!