Serok Barzanî cejna çilê havînê li kurdên Êzidî pîroz kir

Serok Barzanî cejna çilê havînê li kurdên Êzidî pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Çilê Havînê peyamek weşand û pîrozbahî li hemû Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê kir. Serok Barzanî di peyama xwe de hêvî xwest ku civaka Êzidî hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tebayiyê de derbas bike.

Di peyama ku îro (2ê Tebaxa 2026an) ji aliyê Baregeha Barzanî ve hat belavkirin de wiha hat gotin:

“Bi navê Xudayê mezin û dilovan,

Bi helkefta Cejna Çilê Havînê ya xwişk û birayên Êzidî, ez pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Ez hêvî dikim xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tebayiyê de derbas bikin.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.”

Mesûd Barzanî

2ê Tebaxa 2026an