Mesrûr Barzanî di salvegera komkujiyê de: Pêwîst e peymana Şingalê bê derengî bê bicihanîn

Mesrûr Barzanî di salvegera komkujiyê de: Pêwîst e peymana Şingalê bê derengî bê bicihanîn

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma salvegera 12an a jenosîda Kurdên Êzidî û komkujiya Şingalê de axivî û bal kişand ser berdewamiya azarên Êzidiyan, doza vegera awareyan û astengiyên li ser rêya avakirina dadgeheke navneteweyî.

Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de bîranîna qurbaniyên vê tawanê bi bîr anî û rola Pêşmerge û rêberiya Serok Barzanî di rizgarkirina Şingalê de destnîşan kir. Barzanî diyar kir ku 100 rojan piştî fermana êrîşê, Çiyayê Şingalê û derdora wê bi qurbanîdana bi sedan Pêşmergeyan hatine rizgarkirin, lê encamên giran ên vê tawanê heta îro jî berdewam dikin.

Di çarçoveya dosyaya revandiyan û qurbaniyan de, Serokê Hikûmetê bîlançoya dawî eşkere kir û ragihand ku ji destpêka tawanê ve bi hewldanên berdewam zêdetirî 3,500 xwişk û birayên Êzidî hatine rizgarkirin. Lê belê Barzanî tekez kir ku hîn jî zêdetirî 2,700 kes winda ne û ti agahî li ser çarenûsa wan tune ye, ji ber wê jî daxwaza hevkariya navneteweyî kir ji bo dîtina wan.

Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê, hêzên Hevpeymanan û hemû ew welat û rêxistinan kir ku di rojên dijwar de alîkarî pêşkêşî koçberan kirine. Her wiha bal kişand ser rewşa giran a zêdetirî 20 hezar malbatên Êzidî yên ku hîn jî di nav kampan de dijîn û got ku armanca wan a sereke vegereke serbilindane ye ji bo van koçberan ku vegerin ser cih û warên xwe.

Li ser hevkariya bi Bexdayê re, Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Iraqê kir ji bo xebatên hevbeş ên di dîtina gorên bikom de, lê bang li Hikûmeta Federal kir ku ji bo asayîkirina rewşa ewlehî û îdarî ya Şingalê Peymana Şingalê bi cih bîne. Serokê Hikûmetê rexne li astengkirina damezrandina dadgeheke navneteweyî ya ji bo tawanên DAIŞê girt û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku alîkar bin da ku hemû berpirsiyarên vê jenosîdê bigihêjin cezayê xwe.

Di dawiya gotara xwe de, Mesrûr Barzanî tekez kir ku teror ti dîn û neteweyan nas nake û tenê bi rêya dadperwerî, wekhevî û rêzgirtina li mafên hemû baweriyan dikare rê li ber serhildana nû ya terorê bê girtin. Barzanî bang li hemû aliyan kir ku bîranîna vê jenosîdê ne tenê bibe merasîmeke rojekê, belkî bibe sozeke hevbeş ji bo dabînkirina paşerojeke ewle û serbilind ji bo hemû welatiyan.