Di navbera aştî û xapandinê de; Ocalan careke din banga xebatê bo “Komara Tirkyeyê” dike

Heyeta-Imraliye-Apo-Xapo-net

Abdulla Ocalan ku duh bi Heyeta Îmraliyê civyaye danpêdanê dike ku tişta ku heta niha wî kirîye li dijî gelê Kurd û doza Kurdan e û got: divê bi ruhiyeta avakirina komara Tirkiyê, em ji bo avakirina Komara Demokratîk bixebitin!.

Heyeta Îmraliyê ya DEM partiyê ku duh bi rêberê PKKe ya hilweşiyayî Abdulla Ocalan re hevdîtinek ji 3 saetan kir, ev daxuyanî da:

“weke Heyeta Îmraliyê ya DEM partiyê me bi birêz Abdulla Ocalan re 2ê Tebaxa 2026an hevdîtinek kir. Ocalan pêvajoya heyî, karên tên meşandin û yên ji bo dema pêş nirxandin û peyam ji raya giştî re parve kirin.

Li gorî Heyeta Îmraliyê peyamên Ocalan bi vî rengî ne:

Rêya hezar kîlometran bi gavekê destpê dike

Abdulla Ocalan derbarê Qanûna Çarçûveyê dibêje: bi vê qanûnê re ji bo çareserkirina prisgirêkeke dîrokî em bi rê dikevin. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne ku herî kêm bi qasî avabûna komarê girînge rêya hezar kîlometran bi gavekê destpê dike.

Çawa ku di dema avabûna komarê de ked û fedakariyeke mezin hate kirin, niha jî ji bo komara demokratîk divê bi heman cidiyetê kar bê kirin.

Ev nirxandina Ocalan danpêdaneke eşkere û vekirîye ku ji destpêkirina “pêvajoya aştiyê” ku Tirkiye navê “Tirkyeya bê terror” lê dike û ya ku di eslê xwe de “Pêvajoya Xapandina Kurdan e”, ti tiştek bo Kurdan tê de tune û tişta ku Ocalan heya roja me ya îro kirîye hemû ji boy komara Tirkyeyê û helandina Kurdan e.

Ocalan axaftina xwe wisa dewam dike:

Hîn her tişt çareser nebûye. Lê belê rewşeke welê jî nîne ku mirov bi rengekî negatîf nêzîk bibe.ya girîng ewe ku ev gav rast bê fêhimkirin û ji bo serketina pêvajoyê her kes bi berpirsyariyê rabe.

Ev axaftinên Ocalan bi wê wateyên tên ku divê her kes “Pêvajoya saxte û Qanûna Çarçûveyê” qebûl bike, tevî ku ti tiştek û ti garantiyek bo Kurdan tê de tune. Ocalan vekirî dibêje: me ti tiştek nekir û ji boy “Komara Demokratîk” em li gava yekê ya dûratîya hezar kîlometiriyê ne. Divê Kurd jî firotina min ya doza kurd şaş fêm nekin!