Li ser daxwaza Öcalan kadroyên berê yên PKKê ji qanûnê sûd wernagirin

Li ser daxwaza Öcalan kadroyên Berê Yên PKKê ji qanûnê Sûd wernagirin

Hûrgiliyên nû yên derbarê projeyasaya çarçoveyê ya ku di raya giştî de wekî projeya “Tirkiyeya Bê Teror” tê nasîn û pêşkêşî parlamentoyê hatibû kirin, derketin holê. Li gorî xala sînordarkirina demî ya di projeyasayê de, ev sererastkirina yasayî ji bo kesên ku berî sala 2005an ji PKKê veqetiya ne, derbas nabît.

Di metna projeyasayê de bi awayekî zelal hatiye destnîşankirin ku qanûn kiryar û kirineke berî sala 2005an nahewîne. Ev merc bi taybetî rasterast bandorê li ser wan berpirs û kadroyên payebilind dike ku di encama nakokiyên navxweyî yên kongreya 2004an de ji rêxistinê veqetiya bûn.

Sala 2005an û Rewşa Kadroyên Veqetiyayî

Wekî ku tê zanîn, di kongreya sala 2004an a PKKê de nakokiyeke kûr a navxweyî rû dabû û di encamê de bi sedan çekdar û nêzîkî 15-20 kadroyên ast bilind ên rêveberiyê ji rêxistinê veqetiya bûn. Di nav van kesayetên sereke yên ku ji rêxistinê veqetiyan de ev nav hebûn:

Nizamettin Taş (Botan): Serokê berê yê baskê leşkerî û endamê Konseya Serokatiyê.

Osman Öcalan: Birayê Abdullah Öcalan û endamê Konseya Serokatiyê.

Kani Yılmaz: Endamê Konseya Serokatiyê.

Halil Ataç: Endamê Komîteya Navendî.

Hıdır Yalçın: Kadroyê navendî.

Hikmet Fidan: Kesayetê ku di opozîsyona navxweyî ya rêxistinê de cîh girtibû.

Sînorê ku ji bo sala 2005an hatiye danîn rê li ber van kes û komên berê yên veqetiyayî digire ku ji pênas û pîvanên vê qanûnê feydeyê werbigirin. Li gorî nirxandinên siyasî, ev xala taybet ku tê îşaretkirin li ser daxwaza rasterast a Abdullah Öcalan di metnê de cih girtiye, nîşan dide ku ev sererastkirina yasayî tenê ji bo Öcalan, serokatiya niha û çekdarên ku niha di nav rêxistinê de aktive hatiye amadekirin.