Wêneyekî nû yê Xapo bi malbata wî re

Apo-xapo-net

Wêneyekî nû yê Abdulla Ocalan rêberê PKKe ya hilweşiyayî bi malbata wî re hat parvekirin, hat ragihandin ev wêne yê hevdîtneke Cotmeha 2025ê ye.

Parlamenterê Dem Partiyê yê Rihayê û biraziyê Ocalan, Omer Ocalan wêneyê hevdîtina malbatê ya bi Ocalan re, parve kirîye.

Omer Ocalan li gel hin endamên malbata xwe di 31ê Cotmeha 2025ê de li Îmraliyê bi Abdulla Ocalan re hevdîtina malbatî pêk anîbû.

Di hevdîtinê de xuşka Ocalan Fatima Ocalan û xwarziyên Ocalan Berfîn û Elî Ocalan jî cih girtbûn.

Omer Ocalan li ser hesaba xweya medyaya civakî ev wêne, parve kirîye.